Li Esslîngenê ji bo Şehîdên Meha Gulanê meresima bîranînê hat lidarxistin

Li bajarê Esslîngenê ji bo Şehîdên Meha Gulanê mersima bîranînê hate lidarxistin. Îmam Canpolat di meresimê de axivî û diyar kir ku gerîla li Zapê bi hêza ku ji şehîdan digirin dîroka sedsalê dinivîsin û bang kir ku gel bi gerîla re bibe yek.

Li bajarê Esslîngen ê Elmanyayê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ji bo Şehîdên Meha Gulanê meresima bîranînê hat lidarxistin. Di meresima bi dehan Kurdistanî tev lê bûn de pêşî sînovîzyonek li ser şehîdan hat nîşandan.

Di pey sînevîzyonê re Siyasetmedarê Kurd Îmam Canpolat axavtinek kir. Canpolat yek bi yek behsa têkoşîna şehîdên Meha Gulanê kir û wiha got: “Bi têkoşîna van şehîdan berxwedana gerîla ya sedsalê ya li Zapê bi hêz bûye.“ Canpolat bang li hemû Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dimînin kir û got: “Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd îro ji bo hebûn û nebûnê têdikoşe. Divê mirov bi gerîlayên li dijî çekên kîmyewî bi têkoşîneke bêhemta ya dîrokî li ber xwe didin bibe yek û dakeve qadan û bibe dengê wan.“ 

Di meresimê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla“, “Bimire xiyanet’’, “Şehîd namirin’’ û  “Bijî Serok Apo“ hatin berzkirin.