Li Ermenistanê peymana li ser Şengalê hat şermezarkirin

Rêvebêriyên Saziyên Civaka Êzidiyan ya Ermenistanê ji bo peymana ku ji aliyên Bexda û Hewlerê ve li ser Şengalê hatiyê çêkirin daxuyaniya çapemeniyê dan û ev plan şermezar kirin.

Rêvebêriyên Saziyên Civaka Êzidiyan ya Ermenistanê îro bi daxuyaniyekê berteka xwe ya li hemberî peymana li ser Şengalê nîşan da û peyman weke fermaneke nû pênase kir.

Li ser navê saziyan Silo Dirboyan û Jinya Qadir axivîn. Di axaftina wan de hate gotin: “Em civaka Êzidî vê peymana ku ji aliyê hikumeta Başûr û Bexda ve li ser gelê me yê Şengalê hatiyê çêkirin qebûl nakin. Ji ber ku ev biryar ji derveyî civaka Şengalê û vîna gelê me hatiyê çêkirin û em dibêjin carek din bi wê peymanê re dixwazin civaka Kurd ya resen di fermanê rê derbas bikin.

PEŞMERGE WÊ BI ÇI NAVÎ DÎSA BÊN ŞENGALÊ?

Taybetî jî em civaka Êzidî ya li Ermenistanê bang li hikumeta Herêma Kurdistanê dikin ku bes êdî bikevin nav planê qirêj yên dijminan. Em dibêjin me hin fermana 2014’an ji bîr nekiriyê û hin bi hezaran jin û zarokên me di destê DÎAŞ’ê de ne û li kolan û bazaran tên firotin. Bi salan e ku gelê me êşa wê fermanê dikişînê. Ji aliyekê ve her roj dewleta Tirk a faşîst gelê me yê Şengalê bombebaran û gef dike, ji aliyê din ve jî hikumeta Başûr û Bexda êrîşan dikin. Em ji we re dibêjin, peşmerge wê bi çi navî careke din bên Şengalê? Ma ne berê jî li wê derê bûn, çima civak di nav destê çeteyan de hiştin û reviyan çûn. Ma carek din dixwazin fermanek nû li ser civaka Şengalê çêbikin? Lê her kes dizanê ku wê nekaribin fermanê dubare bikin. Ji ber ku civaka Êzidî xwe birêxistin kiriyê, hêza xwe ya parastinê û ya civakî ava kiriyê. Wê ti hêz û kes nekaribe planên qirêj li ser vî gelî pêk bînê.

GELÊ KURD VÊ PEYMANÊ QEBÛL NAKE

Vê civakê bi salane berdêlên giran dane, ger îro civaka me bûye xwedî hêz û îrade bi saya sedan keç û xurtên me ku ji bo parastina civaka me ya Êzidî xwe fedakirine ye. Ji bo wê jî em Rêveberiya Saziyên Civaka Êzidî ya Ermenîstanê dîsa dibêjin, wê gelê Kurd rê nedin wê peymana Hewler û Bexdayê ya li ser Şengalê û em wek hemû saziyên Kurd yên li vir bang li civaka xwe bi taybetî jî civaka Êzidî dikin ku xwedî li hêz û îradeya xwe derkevin û planên dijmin pûç bikin. Em dîsa dibêjin gelê Şengalê bi tenê nîn e, gelê Kurd ji bo azadiya civakê têdikoşe. Hemû li pey wê doza Şengalê ne û bi têkoşîna xwe wê xweseriya Şengalê mîsoger bikin.Wê serkeftin ya gelê me be.”