Li Erîvanê dewleta Tirk hate protestokirin

Kurdistaniyên li Erîvana paytexta Ermenistanê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin.

Kurdistaniyên li Erîvana paytexta Ermenistanê, bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin. Saziyên Êzidiyan ên saet di 13.00’î de li Mala Gel hatin ba hev, bi daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de Parlamenter Kinyas Hesenov, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan û Endama Yekîtiya Jinan Asê Biroyan axivîn.

Her sê axaftvananjî dijminatiya Kurdan a dewleta Tirk şermezar kir û da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî êrîşê gerîlayan dike.

Di axaftinan de dewleta Tirk û şirîkê sûcê wê PDK hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de li hemberî êrîşan banga yekîtiyê hat kirin.