Li Elmanyayê zanyarek ji ber ‘sîxurtiyê’ hate destgîrkirin
Dozgeriya Federal a Elmanyayê diyar kir ku zanyarekî Rûs bi gumana ji bo Rûsyayê sîxurtiyê dike, hatiye destgîrkirin.
Dozgeriya Federal a Elmanyayê diyar kir ku zanyarekî Rûs bi gumana ji bo Rûsyayê sîxurtiyê dike, hatiye destgîrkirin.
Li gorî Dozgeriya Karlsrûheyê ya ku bi dozên sîxurtiyê eleqedar dike, Ilnûr N. roja Înê hatiye destgîrkirin û hate gotin “Gumanên xurt hene ku herî kêm ji Cotmeha 2020’an û vir ve ji bo servîsa îstîxbarata Rûsan dixebite.”
Hate diyarkirin ev zanyarê Rûs li zanîngeheke Elmanyayê dixebite.