Li Elmanyayê şehîd hatin bibîranîn

Li bajarên Munster, Hanaû û Dortmoûndê şehîdên meha Gulanê bi çalakiyên cihên hatin bibîranîn.

MUNSTER

Kurdên li bajarê Munsterê dijîn, li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk şehîdên 18’ê Gulanê bi bîr anîn. Komeleya Malbatên Şehîdan û nûnerên tevgera jinê di çalakiyê de axivîn. Di axaftinan de soza xwedîlêderketina mîrateya şehîdan hate dayîn.

 

HANAÛ

Li bajarê Hanaû yê Elmanyayê ji bo şehîdên meha Gulanê bibîranîn hate lidarxistin. Di bibîranînê de hate diyarkirin ku divê xwedî li têkoşîna şehîdan were derketin. Piştî axaftinan sînevîzyon hate nîşandan.

 

DORTMÛND

Li bajarê Dortmûndê jî Baran Dêrsim (Haydar Gul) û 5 hevalên ku bi wî re şehîd bûbûn, hatin bibîranîn. Gelek Kurd tevlî bibîranînê bûn û soza xwedîlêderketina bîranîna şehîdan careke din hate dayîn.