Wezîrê Karê Navxweyî Horst Seehofer diyar kir ku komeleyên Ansaar Înternatîonal e.V. û şaxên wê hatine qedexekirin û got “Ev tor li temamî dinyayê terorîzmê fînanse dike. Heke mirov dixwaze li dijî terorîzmê têbikoşe divê mirov çavkaniya wan a pereyan zuha bike.”
Bi vê qedexekirinê re polîsan li deh herêman girtin ser mal û garajan û gelek materyal desteser kirin.
Ansaar di sala 2012’an de li Dusseldorfê hatibû avakirin û di çend salên dawîn de di hedefa saziyên rayedar de bû. Bi îddîaya ku ew alîkariyê didin welatên Sûriye, Yemen, Xeta Xezzayê, Efganistan û Somaliyê bexşan kom dike.
Lê li gorî nûçeyeke medyaya SWR a ku xwe spartiye belgeyeke Wezareta Karê Navxweyî vê komeleya nêzî tevgerên selefî li lokalên xwe yên Elmanyayê ‘selefîtiya tund’ teşwîq dike û li ser zarokan ‘xebatên guherandina dîn’ tê kirin.
Tê diyarkirin bexşên ku ev komele kom dike bi rêya rêxistinên wekî El Nusra, Hamas û El Şebabê xizmeta fînansekirina terorîzmê tê kirin.
Ev komele li Tirkiyeyê jî dixebite û di bankên Tirkan de jî hesabê wan heye. Li gorî agahiyên li ser malpera komeleyê li Reyhanliya Hatayê jî şaxa vê komeleyê heye.