Li Elmanyayê rûniştina doza li ser Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê tê kirin

Li Dadgeha Îdareyê ya Federal a Elmanyayê rûniştina doza li ser Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê tê kirin. Gelê Kurd û dostên wan ji bo piştgiriya her du saziyan li pêşiya avahiya dadgehê çalakiyek kirin.

Wezareta Karê Navxweyî di 1’ê Sibata 2019’an de Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîk qedexe kiribû.

Wezaretê qedexeya li ser PKK’ê ya ku ji sala 1993’an û vir ve didome, wekî hincet nîşan dabû û dema ku polisan girtibûn ser her du saziyan jî hemû tişt desteser kiribûn û derî mohr kiribûn.

Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîk li hemberî qedexeyê sê sal in di warê hiqûqî de li ber xwe dide. Her du saziyan serî li Dadgeha Îdareyê ya Federal dan. Ev dadgeh li Elmanyayê saziya hiqûqa îdarî ya herî payebilind e.

Dadgehê serlêdan qebûl kir û wê îro nîqaş bike, gelo biryara li ser Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê li gorî hiqûqê ye yan na.

Her du saziyan xwestibûn bila pirtûk, CD û arşîva muzîkê ya ku hatibû desteserkirin jî li wan were vegerandin. Wê dadgeh li ser vê daxwazê jî bisekine.

‘VÊ BÊHIQÛQTIYÊ RAST BIKIN’

Di destê sibehê de rûniştina dadgehê didome û li qada Sîmsonplatz a ku avahiya dadgehê jî lê heye çalakvan hatin ba hev.

Hozan Şemdîn, Hozan Aydin, Hozan Seyîdxan, Cewad Merwanî, Peywan Arjîn, Hozan Ozgur Riha, Alîkarê Hevserokatiya CÎK’ê Mele Dawûd, Hevserokê FED-KURD’Ê Kerem Gok jî di nav de çalakvanan bang li saziyên darizandinê yên Elmanyayê kirin ku bila vê biryara bêhiqûqtî ya li ser çand û muzîka Kurdî sererast bikin.

Heta ku biryar were dayîn wê gelê Kurd û dostên wê li pêşiya dadgehê bin. Tê payîn ku wê dadgeh di nava rojê de biryara xwe bide.