Li Elmanyayê peymana hikûmetê wê 24'ê Mijdarê were ragihandin

Li Elmanyayê peymana ku SPD, Kesk, partiya lîberal FDP'ê ji bo ku hikûmetê ava bikin danîne wê 24'ê Mijdarê were ragihandin.

Hikûmeta koalîsyonê ku wê cihê hikûmeta Angela Merkel a muxafazkar bigire diyar dibe.

Ev bi heftiyan e ku sê partî muzakereyan dikin. SPD, Kesk û FDP 24'ê Mijdarê li Berlînê wê peymana ku danîn ragihînin. Di hilbijartina 26'ê Îlonê de SPD bi ser ketibû.

Peymana ku sê parriyan danî, rê lê vekiribû ku demokratê sosyal Olaf Scholz bibe Serokwezîr.Dibe ku meha Kanûnê ev bibe.

Ev peyman wê reformên aborî, hawîrdorê û civakî ya hikûmeta nû diyar bike.