Li Elmanyayê Meşa Dirêj berdewam dike

Meşa Dirêj a tevgerên ciwanan TCŞ û TekoJIN’ê tevî astengkirinan jî berdewam dike.

Meşa Dirêj a bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN’ê li Elmanyayê tê lidarxistin, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya sûc a PDK’ê tên protestokirin. Çalakgeran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartê ‘’Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê’’ nivîsandî hilgirtin.

Mecaşa Dirêj a bi pêşeniya ciwanan tê lidarxistin de tevî astengiyan jî berdewam dike. Polîs û hem jî Tirkên faşîst dikevin hewila provokasyonê. Polîsên tehamulê ala TCŞ’ê nekirin îro jî bi kêfî mudaxeleyê ciwanan kirin û xwestin li nasnameyên wan binêrin.

Her wiha polîs xwest bibe asteng ji xwendina danezana bi Elmanî re. Tevî van astengiyan meş berdewam dike.

Meşa li Dortmûndê destpê bû wê li Dusseldorfê bi dawî bibe.