Li Elmanyayê li trên û îstayonan bûyerên şîdetê zêde dibin

Li Elmanyayê li trên û îstasyonan bûyerên şîdetê zêde dibin. Di sala 2022’an de tenê êrîşên bi kêran du qat zêde bûne û ev yek hikûmet û yekîneyên ewlehiyê, bi fikar dike.

Hefteya borî li trênek herêmî ya ji Kîelê diçû Hambûrgê, êrîşek bi kêran pêk hatibû û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn. Piştî vê êrîşê car din bûyerên şîdetê yên li trên û îstasyonan car din ket rojeve, Elmanyayê.

Li gorî statîskan a ku îro di rojnameya “Bîld amd Sonntag” de hatiye weşandin, sala 2022’an bûyerên sûcan ên li trên û garan sedî 12 zêde bûne û hejmara bûe 398.848’an.

Ji êrîşan 82 di dema tevgera bi trênan, de qewimîne. Ev êrîş li gorî sala 2021’an, du qat zêde bûne. Hejmara zêde ya êrîşên bi kêr, yekîneyên ewlehiyê dixe fikaran.