Li Elmanyayê li dijî qedexekirina PKK’ê çalakî hatin lidarxistin

Li Elmanyayê 27 sal in li ser PKK’ê qedexe heye. Qedexeya li ser PKK’ê li bajarên Berlîn, Frankfûrt û Kolnê hate protestokirin.

Li Elmanyayê qedexeya li ser PKK’ê ya ku 27 sal in didome, bi çalakiyan tê protestokirin.

KOLN

Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê  qedexeya li ser PKK’ê hate protestokirin.

Bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn û nêzikatiyên faşîst ên Elmanyayê hate protestokirin. Di çalakiyê de polîtîkaya Elmanyayê ya ku piştgiriyê dide dewleta Tirk hate şermezar kirin.

Çalakgeran alaya PKK’ê ya 30 metreyî vekirin û sloganên ‘PKK gel e, gel li vir e’ berz kirin.

BERLÎN

Li Berlîna Elmanyayê jî qedexeya li ser PKK’ê hate protestokirin.

Çalakî li Wîttengbergplatzê hate lidarxistin. Li ser navê kolektîfa Women Defend Rojava, Gîsela Rheîn axivî û got ku, “Ji ber qedexeya li ser PKK’ê li Elmanyayê li ser Kurdan jî bêhiqûqî heye. PKK li Rojava, Şengalê li dijî DAÎŞ’ê têkoşiya. Hikumeta Elmanyayê bi qedexeya li ser PKK’ê re têkoşîna demokrasî, ekolojî û jinan krîmînalîze dike.”

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrtê jî qedexeya li ser PKK’ê bi çalakiyan hate protestokirin. Di çalakiyê de belavok hatin xwendin û li dijî qedexeyê slogan hate berzkirin.

Nûnerên tevgerên çep ên Elman û Tirkiyeyê jî tevlî çalakiyê bûn û li dijî qedexe û krîmînalîzekirinê banga têkoşînê kirin.