Li Elmanyayê Kurd ji bo Azadiya Kurdistanê derketin meydanan

Kurd û dostên xwe yên li Elmanyayê daketin qadan, êrîşên dagirkeriyê protesto kirin û daxwaza azadiya Kurdistanê kirin.

Li Elmanyayê Kurd û dostên wê, ji bo rabûna li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daketin qadan.

LEÎPZÎG

Li Leîpzîgê bi sedan kes ji bo parastina Kurdistanê di çarçoveya Roja Çalakiya Cîhanî de meşiyan.

Li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê bi pêşengiya Defend Kurdistanê bi dirûşmeya “Kurdistanê biparêze, şoreşê biparêze, Şerê Tirkiyeyê rawestîne” meş hat lidarxistin. Meş li Qada Wîlly Brandt destpêkir. Bi sedan kes tevlê meşê bûn. Di meşê de pankartên li ser hatibûn nivîsandin, “Defend Rojava”,  “NATO-Armee Zuruckschlagen”, “Jin jiyan azadî”, “Şerê li Kurdistanê bisekinînin”, “Dema Azadiya Ocalan e” hatin hilgirtin. Gel di meşê de alên YPG/YPJ’ê hilgirtin û Mekapên Zer di destên xwe de girtin.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrgê jî Kurd û komên çepgir ên Elman êrîşên dagirkeriyê protesto kirin.

Meşa ji qada Alte Synagoge ya Freîbûrg destpê kir, li navenda bajêr dewam kir.

Parlamenterê HDP’ê yê berê û Serokê Fexrî yê HDK’ê Ertûgrûl Kurkçu diyar kir ku şoreşa Kurdistanê yekane hêviya xelasiya gelên Rojhilatê Navîn e.

Kurkçu yê di panela li Freîbûrgê hatibû danîn de axivî, li dijî rêveberiya AKP/MHP’ê behsa girîngiya HDP’ê kir.

HANNOVER

Kurd û dostên xwe li Hannoverê jî daketin qadan.

Women Defend Rojava, Defend Kurdistan ên li Qada Şehîd Halîm Dener kom bûn, xwedî li Şoreşa Rojava derketin û dagirkerî protesto kirin.

Nada Nana ya li ser navê Defend Kurdistanê axivî, wiha got: “Em ji bo xwedîderketina li Şoreşa Rojava ku şoreşa vê sedsalê ye, em ê bi lez û bez xebatên xwe yên xwecihî û dîplomatîk bidomînin. Bila Erdoganê kujer bizane ku gelê Kurd ne bi tenê ye. Xwedî derketina li Şoreşa Rojava û belavkirina wê berpirsyariya me ya dîrokî ye.”

Piştî daxuyaniya çapemeniyê ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê îmze hatin berhevkirin.

FRANKFÛRT

Li ser banga Defend Kurdistan, Offensive Aufrutûn û #Nich auf Unserem Ruckenê, Kurdistanî û enternasyonalîst li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hatin ba hev, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava û bûdçeya bi 100 milyon Euroyî ya Elmanyayê ji bo parastinê erê kiriye protesto kirin.

Girseya li Bockenheîmer Warte yê Frankfûrtê hat cem hev, ji Leîpzîeger str heta bi Schlosstrase û ji wir jî cardin heta bi Bockenheîmer Warte’yê ve meşiya. Di axavtinên li vir hatin kirin de hate gotin ku bi çek û pereyê Elmanyayê li her dera cîhanê mirov jiyana xwe ji dest didin û banga “Nebin şirîkê qetlîamê” hat kirin.

Ji serî heta binê meşê, dirûşmeyên “Tirkiye bombe dike, Elmanya fînanse dike” û “Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiye Kurdan qetil dikin” hatin berzkirin.

Hat diyarkirin ku Elmanya çekên bi jehrî yên kîmyewî jî dide dewleta Tirk û Erebistana Siûdî.

Di çalakiyê de banga tevlêbûna çalakiyên protestokirina lûtkeya G7 a wê li Schloss Elmaû ya Elmanyayê pêk bê hat kirin.

KOLN

Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi dirûşmeya “Ji dagirkeriyê re na, Ji Kurdistanê re azadî” meş hat lidarxistin.

Endamên DKP, Partîzan û Mala Kurdan jî tev li meşê bûn. Meş ji ser Rêya Kalk Postê destpê kir, li kolanên Kalk Kapellayê dewam kir û li Kalk Postê bi dawî bû.

Di çalakiyê de bi axavtinên hatin kirin banga bilindkirina têkoşîna li dijî dagirkirina Kurdistan û Ûkraynayê hat kirin.

Hevserokê AGÎF’ê Mesût Dûman jî bal kişande ser durûtiya Ewropayê ku piştgiriya polîtîkayên şer dike.