Li Elmanya û Hollandayê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê

Li gelek navendên Elmanya û Hollandayê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

Li bajarê Mannheîm, Dûîsbûrg û paytexta Elmanya Berlîn û bajarê Den Haag, Arnheîm û paytexta Hollanda Amsterdamê bi 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

MANNHEÎM

Meclîsa herêmê ya Mannheîm û Meclîsa Jinan Ronahî Bêrîvan, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. pîrozbahî li komeleya Mannheîm hat lidarxistin. Malbatên şehîdan û jinan pêşengî ji pîrozbahiyê re kirin.

Li ser girîngiya rojê axaftin hatin kirin û axaftvanan bal kişand bi ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê jî 4’ê Nîsanê bi mîtîngekê hat pîrozkirin. Komîteya Meclîsa Nav-Berlîn û aktîvîstên jinên Destan di roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyanî dan û diyar kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê çalakiyan li dar bixin.

Ciwanan di mîtîngê de peyama “Roj roja azadiya Rêbertî ye” dan. Ciwanan silav ji Îmraliyê re şandin û rojbûna  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Di pîrozbahiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin û govend hat gerandin.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Asya Yuksel li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê pîrozbahiyek hate lidarxistin.

Di pîrozbahiyê de hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut û hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur axivîn. Zumrut anî ziman ku hebûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hebûna gelên Rojhilata Navîn e. Goksungur jî got ku îro roja zindîbûna gelekî ye û banga tevlêbûna çalakiya ku wê 15’ê Nîsanê li Dusseldorfê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin, kir.

Di dawiya pîrozbahiyê de li ber stranan govend hat gerandin.

DEN HAAG

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Den Haag ê Hollandayê, bi pêşengiya Tevgera Jinan a Ronahî rojbûna Rêberê Gelê Kurd bi pîrozbahiyan hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiyan de li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sînevîzyon hate temaşekirin. Hunermendên herêmî jî derketin ser dikê û stran gotin. Ciwanan jî govend gerandin.

Li bajarên Arnheîm û paytexta Hollanda Amsterdamê jî pîrozbahî hatin lidarxistin. Tevgerên jinan pêşengî ji pîrozahiyê re kirin.