Li Elmanya û Fransayê şehîdên Gulanê hatin bîranîn

Şehîdên meha Gulanê li Elmanya û Fransayê hatin bîranîn. Di bîranînê de berxwedana gerîlayên azadiyê jî hate silavkirin.

Şehîdên meha Gulanê û şoreşger Aysel Dogan a di 11’ê Gulanê de şehîd bû, li bajarê Kîel ê Elmanyayê û li bajarê Rennes û Bordeaûx ê Fransayê hatin bîranîn.

KIEL

Li bajarê Kîel yê Elmanya şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. Kurdistanî beşdarî çalakiya bîranînê ya ku li Navenda Çanda Kurd hat lidarxistin bûn. Di bîranînê de berxwedana gerîla hate silavkirin û sînevîzyon hate pêşandan.

Di bîranînê bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî jî axaftin hatin kirin.

RENNES

Li bajarê Rennes yê Fransayê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. Di bîranînê de şoreşgera Kurd Aysel Dogan jî hate bibîranîn. Di bîranînê de malbatan peyama "Şehîd xwedî li berxwedanê derketin" da û êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK'ê şermezar kirin.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûx yê Fransayê jî di şexsê Arman Kurdo (Baran Doymaz) ku li Avaşînê şehîd bûbû de, şehîdên Gulanê hatin bibîranîn. Li vir axaftin hatin kirin û peyama “Em gelek bi şansin ji bo ku me partî nas kiriye û em xwedî van nixan e” hat dayîn.

Di bîranînê de sînevziyona li ser jiyana Armanc Kurdo hatibû amade kirin, hat pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ bi dawî bû.