Li Elmanya Meşa Dirêj a ciwanan destpê kir

Endamên TCŞ û TekoJIN’ê bi dirûşmeya “Li dijî dagirkerî û xiyanetê werin cenga azadiyê” li bajarê Dortmûndê starta Meşa Dirêj da.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li 6 welatên cuda yên Ewropayê bi dirûşma "Li dijî dagirkerî û xiyanetê werin cenga azadiyê' meş bêne lidarxistin. TCŞ û TekoJIN’ê li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê starta meşe da. Ciwanan di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, KCK û HPG’ê hildan.

Li ser navê TCŞ’ê Nûman Amed axivî û bang li hemû ciwanan kir ku berxwedana gerîla hembêz bikin.

Meşa Dirêj tevî şert û mercên hewayê yên xerab jî niha dewam dike.