Li Elmanya, Fransa, Belçîka û Holandayê komkujiya Parîsê hate şermezarkirin - NÛ BÛ

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, Bruksel a ku paytexta Belçîkayê ye û li bajarê Bordeaûx a Fransayê ji bo sê jinên şoreşger ên Kurd çalakî hatin lidarxistin.

Li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) hatibûn qetilkirin. Her sê jinên şoreşger ên Kurd li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, Bruksel a ku paytexta Belçîkayê ye û li bajarê Bordeaûx a Fransayê li pêşiya Konsolosxaneyên Fransayê hatin bîranîn.

Di çalakiyê de hate diyarkirin 9 sal ji ser komkujiyê re derbas bûye jî komkujî nehatiye ronîkirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin belge derketine holê ku rola peywirdarên ewlekariyê yên Fransayê hene lê dîsa jî qetlîam nehatiye ronîkirin.

Li pêşiya Konsolosxaneya Fransayê ya Brukselê jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd çalakiyek hatekirin. Gelek jin tevlî çalakiyê bûn û her sê jinên şoreşger ên Kurd hatin bîranîn.

Li bajarê Bordeaûx a Fransayê jî Komuna Jinan a Avesta Xabûr ji bo çalakiya di 8’ê Çileyê de afîş li dîwaran daliqand û belavok belav kir.

SAARBRUCKEN

Komkujiya Parîsê li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li bajarê Elmanya Saarbruckenê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de wêneyên jinên şoreşger ên hatin qetilkirin hatin hildan. Piştî rêzgirtinê li pêş konsolosxaneyê çelenga reş a bi zimanê Elmanî ya "Me ji bîr nekiriye, em ê ji bîr nekin" hat danîn.

Di çalakiyê de hate diyarkirin 9 sal ji ser komkujiyê re derbas bûye jî komkujî nehatiye ronîkirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin belge derketine holê ku rola peywirdarên ewlekariyê yên Fransayê hene lê dîsa jî komkujî nehatiye ronîkirin.

MARSÎLYA

Endamên Tevgera Ciwanên Kurd (TCS) li Marsîlyayê li cihên girseyî afîş hilawistin û belavok belavkirin.

Ciwanan ji bo meşa roja Şemiyê ya li qada Canabîere ya bajêr ku saet 13.00’an dest pê dike banga tevlîbûnê kirin.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag yê Holandayê jî komkujiya Parîsê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de çalekgeran çelenga reş danî li ber derê konsolosxaneya Fransayê. Di çalakiyê de hate xwestin ku komkujî were ronîkirin û kujer werin darizandin.

Di çalakiyê de daxuyaniya TJK-E’yê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di ser komkujiyê de 9 sal derbas bû, hîna komkujî nehatiye ronîkirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin belge derketine holê ku rola peywirdarên ewlekariyê yên Fransayê hene lê dîsa jî komkujî nehatiye ronîkirin.