Mihrîcana Fûtbolê ya Kurd a Mehmet Aksoy hat lidarxistin

Kurdistaniyên ku li Îskoçyayê dijîn, di Mihrîcana Fûtbola Kurd a Şehîd Mehmet Aksoy a 9’emîn de hatin ba hev û Şehîd Mehmet Aksoy ku 2017’ê li Reqayê şehîd bû, bi bîr anîn.

Li bajarê Edînbûrgh ê Îskoçyayê ji aliyê Civaka Kurd a Demokratîk ve Mihrîcana Fûtbola Kurd a Şehîd Mehmet Aksoy a 9’emîn hat lidarxistin.

Hefteya çûyî di maça nîvê fînalê ya di navbera 4 tîman de hat kirin de, Team Zaza û Team Îsokoçya têk çûn. Team Zaza bû sêyemîn. Team Serhat û Team Çiya man ji bo fînalê.

Fînalîstan roja mihrîcanê bi hev re lîst û Team Çiya bû şampiyon. Tîma biserketî bi kûpa û madalyayê hat xelatkirin.

Piştre mihrîcan destpê kir. Di mihrîcana ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kirî de, di der barê rojeva siyasî de axaftin hatin kirin. Piştre sînevîzyona li ser têkoşîna Mehmet Aksoy ê li Reqayê şehîdbûyî, hat temaşekirin.

Zarokan ji xwe re kêf kir. Ji bo zarokan jî bi pêşbirka hêkê, xwe hilavêtina di ser ben re  û pêşbirka telîsê lîst. Çoklat dan zarokên bi ser ketin. 

Mihrîcan bi girtina govendê bi dawî bû.