Li Dusseldorfê li dijî tecrîdê çalakî
Piştî ku hat bihîstîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtina bi CPT’yê re red kiriye, li Dusseldorfê çalakî hat lidarxistin.
Piştî ku hat bihîstîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtina bi CPT’yê re red kiriye, li Dusseldorfê çalakî hat lidarxistin.
Buroya Huqûqê ya Sedsalê bi daxuyaniyekê da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah gava serdana li Îmraliyê ya CPT’yê ya meha Îlona sala 2022’yan hevdîtina bi CPT’yê re red kiriye û bi şûn de, komek Kurdistanî li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê çalakî li dar xist.
Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo“ û “Erdoganê faşîst“ hatin berzkirin û agahdarî hat kirin.