Li Dusseldorfê êrîşên dagirker hate şermezarkirin

Li Dusseldorfê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin. Di çalakiyê de cangoriyên Qirkirina Ermenan hatin bibîranîn. Meş diyarî Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dêrsim hate kirin ê ku di êrîşa hewayî de şehîd bûbû.

Kurdan û dostên wan li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê êrîşên dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi meşekê protesto kirin.  Çalakî saet di 16.00’an de li pêşiya DGB Haûsê dest pê kir. Kurdên li Dusseldorf, Koln, Bonn û Aachenê û endamên Alinterî, Yaşanacak Dunya, AGÎF, Zola û SKB’ê tevlî meşê bûn. Di meşê de pankartên ‘Vî şerê qirêj a ku dewleta Tirk li dijî Kurdan dimeşîne, bidin sekinandin’, ‘Dawî li qirkirinan bînin, ‘Em ê Sînan Dêrsim ji bîr nekin’ hate hildan.

Meş diyarî Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dêrsim hate kirin ê ku di êrîşa hewayî de şehîd bûbû. Çalakgeran wêneyên Sînan Dêrsim, alayên HBDH, YBŞ û wêneyên cangoriyên Ermenan hildan.

Di meşê de Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur axivî. Goksungur got ku “Sînan Dêrsim li Ewropayê ji bo gelê xwe têkoşiya. Wî heta dawiyê bawerî bi têkoşîna yekgirtî ya gelan anî û ji bo vê xebitî. Em soza xwe dubare dikin ku em ê alaya wî nexin erdê. Qirkirina Ermenan a ku 106 sal beêrê hatibû destpêkirin îro bi awayekî din didome. Hê jî qirkirina li ser Kurdan didome. Piştî ku DYE diyar kir ku ew qirkirinê qebûl dikin, operasyona dagirkeriya li ser Kurdistanê hate destpêkirin. Ji DYE destûr hate stendin. Em dizanin ev êrîş li dijî rêveberên PKK’ê ne û dûmahîka tecrîda li ser Îmraliyê ye. Lê ev gel wê berxwedanê geştir bike.”

Meşa li Cornalîûsplatzê bi dawî bû. Piştî meşê di mîtîngê de li ser navê MLKP’ê axaftin hate kirin û belavoka li ser navê HBDH’ê hate xwendin.