Li Dusseldorfê çalakiya piştevaniya bi Rojava re

Li Dusseldorfê di çarçoveya 8'ê Adarê de çalakiyek "Jin Rojava diparêzin" hate lidarxistin.

Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê, di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dirûşma "Jin Rojava diparêzin" çalakiyek piştevaniya Rojava hate lidarxistin.

Çalakî bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Elmanya (YJK-E Dusseldorf) li Turkeî Zentrûmê pêk hat.

Di çalakiyê de ku Kezban Dogan pêşkêşiya wê kir, sînevîzyonek li ser Şoreşa Rojava hate nîşandan.

Aktîvîsta TJK-E'yê Besîme Konca li çalakiyê axivî û got, "Jinên Kurd di nava deh salên dawî de hovîtiya herî giran dîtin. Lê belê em jinên Kurd ên rêxistinbûyî li pêşberî vê nebûn temaşevan û me soz da ku em ê sedsala 21'ê bikin sedsala jinê.",

Konca bi bîr xist ku jin û ciwanên Ewropî dixwazin şoreşa Rojava bibînin, binivîsînin û got, "Metirsî li ser Şoreşa Rojava heye ku çavkaniya sûdwergirtinê ye ji bo jinan. Parastina vê şoreşê wezîfeya me hemûyan e. Em ê xwedî li Rojava derkevin."

Di çalakiyê de hunermend Dîlan Top, Erdem Pancarci, koma muzîkê ya Dengê Hêvî û Rewşan Çelîker derketin ser dikê.