Li Dusseldorf û Basselê êrîşên dagirkeriyê protesto kirin-NÛ BÛ

Li paytexta Eyaleta NRW a Elmaya Dusseldorf û bajarê Bassel ê Swîsreyê êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê hatin protestokrin.

Nerazîbûnên Kurdistanî û dostên wan ên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medayyê û Başûrê Kurdistanê dewam dike.

Di vê çarçoveyê de li bajarê Duusseldorf a Elmanyayê Kurdisatnîyên li Eyaleta NRW’ê dijîn saet 18:00 li pêşiya DGB Haûsê kom bûn. Girse li vir bi dirûşman dest bi meşê kirin. Di meşê de wêneyê Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dersim ê 27’ê Cotmeha 2020’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, hildan.

Piştî meşê ji aliyê YJK-E NRW’ê û Federasyona Med’ê ve hate organîzekirin, şûnde mîtîngek hate kirin.

Hevseroka KON-MED’ê Yildiz Fîlîmcî axivî û got: “Şehîd Sînan Dersim û hemû şehîdên azadiyê bibîr anî. Li dijî êrîşên ku dixwazin gelê Kurd tine bikin, gerîla berxwedaneke mezin dike.” Fîlîmcî diyar kir ku bêdengiya DYE û Ewropayê ya li ber êrîşên dagirkeriyê dide nîşandan ku bi erêkirina wan pêk hatiye.

Piştre jî Hevserokê FED-MED’ê Engîn Sever jî axivî.

BASSEL

Bi heman armancê li ser banga Navenda Civaka Kurd a Baselê saet 18:00’an li Markplatz a pêşiya Parlementoya Kantonê çalakiyek hate kirin. Hevparên Yekîtiya Hêza Demokratîk (DGB) û nûnerên partiyên siyasî yên Swîsre jî tevlî çalakiyê bûn.

Di axaftinên li ser navê NCK a Baselê hatin kirin, hate gotin ku wê dijî hemû êrîşan têkoşînê xurt bikin.

Nûnerên DGB’ê jî banga hevparkirina têkoşînê kir.

Çalakî bi dirûşman dawî bû.