Li Dûîsbûrgê tecrîd hate protestokirin

Li Dûîsbûrgê tecrîda li Îmraliyê hate protestokirin û berxwedana zindanan hate silavkirin. Di çalakiyê de peyama “Heta Rêberê Gelê Kurd neyê azadkirin em ê di nava çalakiyan de bin” dan.

Li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û qirkirina siyasî hate protestokirin û berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya ji bo şkandina tecrîdê dayî destpê kirin jî hate silavkirin.

Bi banga AGÎF û NCDK Dûîsbûrgê, bi şiyara, “Tecrîdê bişkênin, faşîzmê birûxînin” û “Ji bo greva birçîbûnê ya li girtîgehan dom dike bêdeng nemînin” mitîngek hate lidarxistin. Di mitîngê de li ser navê NCDK’ê Hevserok Niyazî Oztaş û Hevserokê AGÎF’ê Onûr Guler axivîn.

Mitînga li ber Navenda Konîg. Str Brûnen a Dûîsbûrgê bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.

Oztaş diyar kir ku berxwedana li dijî tecrîdê wê dom bike û got, “Hetanî em digehin azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan wê têkoşîna me dom bike.”

Onûr Guler jî diyar kir ku li dijî hêzên pêşeng ên gel êrîşên qirkirina siyasî hatiye destpêkirin û got, “Li 12 bajaran bi ser navendên partî û malan de girtin e. Ev destgîrkirinên li dijî ESP û gelên berxwedêr li dijî hemû hêzên demokrasîxwaz hatiye kirin. Em jî wê li dijî vê faşîzmê mil bidin hev û berxwedana xwe dom bikin.”

Aktîvîstên ATÎK’ê jî tevlî çalakiyê bûn. Hevserokê ATÎK’ê Suleyman Gurcan û li ser navê TEKO-JIN’ê Solîn Tolhildan jî di çalakiyê de axivîn.