Li Dûîsbûrgê Mihrîcana Îvana Hoffmann a 7’emîn hat lidarxistin

Li Dûîsbûrgê Di Mihrîcana Îvana Hoffman a 7’emîn de li dijî emperyalîzm û mêtingeriyê, peyama têkoşînê hat dayîn.

Her sal ji bo enternasyalîsta MLKP’yî Îvana Hoffman ku 7’ê Adarê 2015’an li bajarê Til Temir a Rojava  di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûbû, mihrîcan tê lidarxistin. Mihrîcana 7’emîn li Dûîsbûrgê hat lidarxistin.

Mihrîcan ji bo bîranîna şervana MLKP’yî Îvana Hoffman ku li Rojava şehîd bûbû, bi dirûşmeya “Li dijî emperyalîzm û mêtingeriyê banga têkoşînê” destpê kir.

Girseya li ber gara trenê ya navenda Dûîsbûrgê saet 13.00’ê hat ba hev, li vir mîtîngek lidarxist. Piştî axaftinan girseyê, bi meşa nêzî 2,5 km ber bi qada mihrîcanê ve meşiyan.

Bi sedan kesên ku tevlî meşê bûn dirûşmeyên “Ji Dûîsbûrgê heya Rojava navê berxwedanê Îvana Hoffman”, “Jin jiyan azadî”û “Şehîd namirin” berz kirin. Di bernameya Mihrîcanê ya piştî meşê destpê kirî de Companîa Batalcan, Dîlan Çelîk, Hozan Comert, Jûnîe, Kîrvem Erdal, komên Zynîk û muzîkê derketin ser dikê.

Di mihrîcanê de dayîka Îvana Hoffman, Mîchaela Hoffman jî axaftinek kir.

Bi sedan kesên ku tevlî mihrîcanê bibûn, li ber stranên Kurdî û komên muzîkê yên ji neteweyên cuda govend gerandin.