Li Dûîsbûrgê ji bo girtiyên nexweş û siyasî çalakî

Meclîsan Jinan a Asya Yuksel li Dûîsbûrgê ji bo girtiyên nexweş û siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê de têne girtin çalakiyek li darxistin.

Meclîsan  Jinan a Asya Yuksel li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmaniyayê ji bo girtiyên nexweş û siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê de têne girtin çalakiyek li darxistin. Di çalakiyê de bal kişandin li ser Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê jiyana xwe ji dest da û rastî îşkence û destdirêjiya sîstematîk hat. Di çalakiyê de wêneyên Garîbe Gezer û Aysel Gûglûk hatin hildan.

‘GEZER HATIYE QETILKIRIN‘

 Di çalakiyê de Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumurt axivî û diyar kir ku berdewamikirina girtîna Aysel Tûglûk faşîzme. Zumrut, nepenîtiya li ser doza Garîbe Gezer a li girtîgehê rastî îşkence, destdirêjiya sîstematîk hat û jiyana xwe ji dest da nirxand û got: “ Garîbez Gezer hatiye qetilkirin.“

‘BI AZADIYA RÊBERÊ XWE EM Ê FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN‘

Zumrut bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Em ê bi azadiya Rêberê xwe bikarin faşîzmê têk bibin.“

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan dawî bû.