Li Dûîsbûrgê civîna gel

Li Dûîsbûrga Elmanyayê di çarçoveya kampanyaya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan Azadî de, cîvîneke gel hate lidarxistin.

Gelek kes tevlî Civîna Gel a li navenda NCDK’ê ya li Dûîsbûrgê bûn.

Civîna gel deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Mûsûr Aslan di destpêkê de axivî û piştre li ser navê KCDK-E Yuksel Koç bang li kesên amade kirin.

Koç got, “Ev 21 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tecrîdek herî giran ji derveyî mirovahiyê tê pêkanîn. Tecrîda li Îmraliyê tê pêkanîn giştî gelê Kurd dixin bin tecrîdê, bi tecrîdê re dixwazin gelê Kurd bê nefes bihêlin.” Koç da diyar kirin ku Îmralî navenda şerê li Kurdistanê tê rêvebirin e û ji derveyî ramana rast a sîstema Îmralî li Kurdistanê ti têkoşîn, berxwedan û polîtîka bi pêş nakeve.

Koçê got, “Îro yên ku dibêjin bila Tevgera Azadiya Kurd ji Başûr, Rojava û Şengalê derbikevin, di rastiya xwe de êrîşî Rêber Apo kirine, dixwazin rêxistin û paradîgmaya wî bê bandor bikin.”

Civîna gel bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.