Li Dresden û Wûppertalê şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn

Şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê yên di meha Cotmehê de şehîd bûne li bajarên Wûppertal û Dresdenê yên Elmanyayê hatin bîranîn.

Li Komeleya Çandî ya Kurd – Elman a li bajarê Dresdena Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan Ûtayê şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn.

Bîranîn bi banga ‘Di şexsê Bêrîtan Cûdî de em hemû şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi bîr tînin’ de hate kirin. Di çalakiya bîranînê de Endama Konseya Fermandariya HPG’ê û yek ji Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed (Hulya Eroglû), fermandara YPJ’ê Arîn Mîrxan a ku di 5’ê Cotmeha 2014’an de li Kobanê di êrişa DAÎŞ’ê de şehîd bûbû, şoreşgera Elman Andrea Wolf (Ronahî) ya ku di 23’ê Cotmeha 1997’an de li Şaxa Wanê şehîd bûbû, hatin bîranîn.

WÛPPERTAL

Li bajarê Wûppertalê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Viyanê şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn. Gelek welatparêz tevlî çalakiyê bûn. Di bîranînê de sînevîzyon hate nîşandan.

Aysel Dogan jî di çalakiyê de axivî û qala girîngiya şehîdên meha Cotmehê kir.

Çalakî bi sloganan bi dawî bû.