Li Drancyê êrişên li ser Şengalê hate şermezarkirin

Li banliyoyeya Drancy a Parîsê êrişên qirkirinê yên ku dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê dike, hate protestokirin.

Li banliyoyeya Drancy a Parîsê bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger di çarçoveya pêngava ‘Werin cenga azadiyê’ bi meşekê êrişên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin.

Di meşê de pankarta bi Fransî ya ‘Tirkiyeyê li Şengalê qetlîam kir’ hate vekirin.

Di meşê de li ser hev sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedana gerîla’, ‘Erdoganê terorîst’ û ‘Bimire rejîma Tirk a faşîst’ hatin berzkirin. Piştî meşê li pêşiya şaredariya Drancyê mîtîngek hate kirin.

Di mîtîngê de hate diyarkirin divê li hemberî êrişên ku dewleta Tirk dagirker li ser Şengal, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava dike, helwest were nîşandan.