Li Dragûîgnanê pîrozbahiya salvegera 44’emîn a damezirîna PKK’ê

Li bajarê Dragûîgnanê bi boneya salvegera 44’emîn a PKK’ê şahiyek hat lidarxistin û hate gotin ku PKK’ê bi pratîka xwe ya 44 salan û projeya ku ji bo Rojhilata Navîn geşe pê daye, rêya yekane ya aştiyê ye.

Li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê, salvegera 44’emîn a damezirîna PKK’ê hat pîrozkirin. Pîrozbahî, saet di 15.00’an de bi rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê dest pê kir. Bi sedan kes tev li pîrozbahiyê bûn. Hunermend Rojda Bîter, Koma Aram, Zinar Sozdar û hunermendên herêmî di pîrozbahiyê de stran gotin.

Alên PKK’ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên gerîlayên şehîd hatin daliqandin.

Di axavtinên hatin kirin de îşaret bi têkoşîna bi 44 salan a PKK’ê hat kirin û hat destnîşan kir ku wê PKK bi ser bikeve û li sînevîzyoneke li ser pêvajoyê hat temaşekirin.

Her wiha hat gotin ku PKK, bi pratîka xwe bi 44 salan û projeya ku ji bo Rojhilata Navîn geşe pê daye, rêya aştiyê ya yekane ye û soza dewamkirina li têkoşînê bi biryardarî, hat dubarekirin.

Piştî axavtinan hunermendan stran gotin û pîrozbahî bi girtina govendê dewam kir.