Li Dortmûndê Festîvala Sînan Dersîm hat lidarxistin

Li bajarê Dortmûnd a Elmanya Festîvala Sînan Dersîm hat lidarxistin.

Ji bo bîranîna endamê Konseya Fermandar a HPG’ê (Dalokay Şanli) ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker 27’ê Cotmeha 2020’an li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêkanîbû de şehîd bûbû festîvalek hat lidarxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna di şexsê Sînan Dersîm de hemû şehîdên şoreşê û têkoşîna azadî, ked û jinê ve destpêkir.

Di festîvalê de di axaftina li ser navê Têkoşîna Şoreşgerî ya Hevgirtî hat kirin de hate gotin, “Em hêza xwe ji kûrahiya dîrokê digirin. Çûkên agir yên têkoşîna ku berdewama Denîz, Mahîr, Îbrahîm û  Çariyên Zindana Amedê ne, ji bo têkoşîna hevpar ya gelê Kur ku ji xweliya xwe xwe afirandiye îro li hemberî êrişên li ser Şengalê dengekî hevpar derdixîne. Ji Ewropayê ve bûyîna deng beşek ji têkoşîna li dijî faşîzma ku tê xwestin were damezrandin e.”

Stantên pêkhateyan jî ligel stran û dîlan girtinan, ji yên di têkoşîna li rex Sînan Denîz de dimeşin re silav hat şandin.

Ji Konseya Rêveber a Tevgera Şoreşgerî ya Hevgirtî ya Gelan (HBDH) Tekîn Yoldaş û Ji jinên HBDH’ê Hêvî Yoldaş jî peyama sînevîzyonî şandin.

Di festîvalê de her wiha hunermend Ozan Comert, Ûmûda Haykiriş û Kîrvem Erdal derketin ser dikê. Festîval bi banga yekîtî û têkoşînê bidawî bû.