Li Dortmûndê çalakiya li dijî êrîşên kîmyewî

Kurdistaniyên li Dortmûndê dimînin, êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk bi lidarxistina mîtîngekê protesto kirin.

Kurdistanî, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê hatin ba hev û bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk di şerê dagirkirina Başûrê Kurdistanê de, protesto kirin.

Danezanên li ser sûcên şer ên dewleta Tirk ên bi êrîşên kîmyewî yên li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, amadekirî, hatin xwendin û dirûşma “Tirkiyeya Terorîst“ hat berzkirin.

Bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla“ û “Jin, jiyan, azadî“ piştgiriya gerîla hat kirin. Piştî axavtinan dawî li çalakiyê hat.