Li Dîwana Edaletê ya Ewropayê rûniştina li ser PKK'ê

Li Dîwana Edaletê ya Ewropayê, têkildarî doza PKK'ê ya li dijî lîsteyên 2020 û 2021'ê rûniştin pêk hat.

Li dijî bicihkirina PKK'ê li 'lîsteya rêxistinên terorîst' a Konseya Ewropayê, rûniştina dozeke din li Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya li Luksembûrgê pêk hat.

Li Dîwana Edaletê têkildarî PKK'ê sê doz pêk tên. Dîwanê lîsteyên navbera salên 2014 û 2017'an betal kiribû, Konseya Ewropayê jî li ber biryarê rabû bû. Li dijî lîsteyên navbera salên 2018 û 2020'î jî PKK'ê doz dabû destpêkirin, dadgehê herdu doz kiribû yek. Rûniştina destpêkê jî 31'ê Adarê pêk hatibû.

ARGUMANÊN KONSEYÊ NEGUHERÎN

Bi heman hincetan PKK li lîsteyê careke din hate bicihkirin ku lîste şeş mehan carekê tê nûkirin. Rûniştina doza li hemberî vê yekê Çarşemê pêk hat. Doz lîsteyên salên 2021 û 2022'an jî eleqedar dike.

Bi navê PKK'ê parêzera Hollandî Tamara Bûrûma, bi sedan bombardûmanên dewleta Tirk bi bîr xist û diyar kir ku PKK êrişî sivîlan nekiriye û bi pîvan bersiva leşkeran daye. Bûrûma nerazîbûn nîşanî Konseya Ewropayê da ku van çalakiyan weke 'çalakiya terorîstî' nîşan dide.

Parêzer Bûrûma diyar kir ku piraniya argûmanên ku Konseya Ewropayê pêşkêş dike, xwe dispêre yên beriya pênc salan û ji bo lîsteya nû derbas nabin. Bûrûma sûcdariya ku dibêje PKK li nava Yekîtiya Ewropayê 'çalakiyên terorîstî' kiriye red kir. Bûrûma destnîşan kir ku PKK bi rêyên qanûnî tevdigere.

'LÎSTEYA TERORÊ BANDOREKE GIRAN LI KESAYETAN DIKE'

Bûrûma ragihand ku bicihkirina PKK'ê li lîsteyê weke abûreke zordariyê li ser penaberên siyasî yên Kurd tê bikaranîn û bandoreke giran li kesayetan dike. Bûrûma got, "Bicihkirina PKK'ê li lîsteyê di heman demê de bêcezahiştina dewleta Tirk e."

Bûrûma nerazîbûn nîşanî Konseya Ewropayê da ku qet qala encamên vê biryarê nekiriye.

KONSEYÊ ÇALAKIYÊN LI DIJÎ HEDEFÊN LEŞKERÎ ANÎ ZIMAN

Konseya Ewropayê jî di parastina xwe de hin çalakiyên PKK'ê yên salên derbasbûyî dubare kir. Temamiya mînakên hatin dayin jî çalakiyên li dijî hedefên siyasî ne. Konseya Ewropayê çalakiyeke PKK'ê ya bi drone li hemberî hedefeke leşkerî hat kirin weke hincet nîşan da.

Piştî parastina PKK'ê û Konseyê, heyeta dadgehê pirs li aliyan kir. Ji heyeta dadgehê serokê Fransî S. Gervasonî pirsî ku Konseya Ewropayê bi hinceta PKK'ê, çima rêxistiniyên din ên mîna KADEK û Kongra-Gel dike hedef.

Parêzer Tamara Bûrûma jî ragihand ku KADEK êdî nîne, Kongra-Gel jî nabe ku weke PKK bê nirxandin. Bûrûma anî ziman ku Kongra-Gel tevgereke civakî ye, nabe ku weke PKK bê nirxandin. Konseya Ewropayê jî îdîa kir ku PKK û Kongra-Gel heman e.

HELWESTA ÎNGILISTANÊ

Parêzeran di parastina xwe de diyar kirin ku PKK bi helwesta Îngilistanê ya sala 2001'ê li lîsteyê hate bicihkirin, lê îro Îngilistan endamê Yekîtiya Ewropayê nîne û gotin, divê ev rewş êdî bi kûrahî bê nirxandin.

Dadger ji nûnerê Konseya Ewropayê çalakiya PKK'ê ya li Başûrê Kurdistanê ya bi drone li hemberî baregeheke Tirk a leşkerî hate kirin, pirsî. Dadger jê xwest ku eşkere bike, bê ev çalakî têrker e ji bo PKK di lîsteyê de bê hiştin yan na. Konseya Ewropayê jî anî ziman ku ne girîng e ev agahî ji ku hatiye û îdîa kir ku ew bi serê xwe biryarê didin, wê dema bê hîn bêhtir baldar bin.

BÛRÛMA: KONSEY LI ŞÛNA BIRYARÊN NÛ, BIRYARÊN KEVN JI XWE RE DIKE ESAS

Bûrûma herî dawî anî ziman ku derxistina rêxistinekê ji lîsteyê dibe ku ji bicihkirinê zehmettir be û got, tevî ku dadgeha Belçîkayê di demeke nêz de biryar da ku PKK rêxistineke terorê nîne jî, hîn jî biryarên gelekî kevn esas têne wergirtin.

Konseya Ewropayê weke gotina dawî tiştek negot, heyeta dadgehê jî rûniştin bi dawî kir. Nayê zanîn ku biryar kengî bê dayin.

DOZÊN LI DÎWANA EDALETÊ

Li Dîwana Edaletê ya Ewropayê gelek dozên li ser PKK’ê hene. Dîwana Edaletê di dawiya sala 2018’an de jî hincetên ji bo ku PKK di lîsteya terorê de bimîne kêm dîtibû û lîsteyên di navbera salên 2014-2017’an de betal kiribû.

Dadgehê argumanên ku ji bo PKK têkeve lîsteyê ‘kêm’ dîtibû û diyar kiribû nabe ku bi van hincetan di lîsteyê de bimîne.

Lê Yekîtiya Ewropayê biryar temyîz kiribû. Piştî ku Îngilistanê di sala 2018’an de ji bo ku PKK di lîsteyê de were hiştin, dîsa serlêdan kiribû û PKK bi heman argumanan di 9’ê Çileya 2018’an de dîsa xistibûn lîsteyê. Kurdan jî di heman salê de di 7’ê Adarê de li hemberî lîsteyê dozeke nû vekiribû.

Îtîraza Konseya Ewropayê ya li hemberî biryara berê û dosyeya dozê ya li hemberî lîsteyên nû kiribûn yek û rûniştina pêşîn di 31’ê Adara 2022’an de hatibû kirin.

Dîwana Edaletê di rûniştina 31’ê Adarê de Konseya Ewropayê rexne kiribû û ligel ku lîsteyên berê hatibûn betalkirin jî nerazîbûn nîşanî parastina bi heman argumanan a ‘qopyekirî’ dabû. Dadgerekî gotibû ku “Li hemberî biryareke ku Dadgehê betal kiriye, îtîraz Konseya qopyekirî mirovan mat dihêle’ û bang li Konseya Ewropayê kiribû ku hurmetê bide biryaran.

PKK DI SALA 2002’AN DE XISTIBÛN LÎSTEYA REŞ

Elmanyayê di 26’ê Mijdara 1993’an de PKK xistibû lîsteya qedexe û di sala 2001’an de dema ku li li DYE êrîşî du kûleyan hatibû kirin, li temamî dinyayê konsepteke ewlekariyê xistibûn meriyetê.  Yekîtiya Ewropayê di çarçoveya feraseta ‘têkoşîna li dijî terorîzmê’ ya ku DYE ferz kiribû, di heman salê de di meha Kanûnê de lîsteyek çêkiribû. PKK di sala 2002’an de xistibûn lîsteyê.