'Li dijî xwezaya Kurdistanê polîtîkayên taybet tên meşandin'

Li qûntara Çiyayê Cudiyê ava qirêj a kanên komirê, diherike nava Newala Nerdûşê û avê qirêj dike. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz diyar kir ku li dijî xwezaya Kurdistanê polîtîkayên taybet tên meşandin.

Êrîş û wêrankirina xwezaya Kurdistanê her ku diçe zêde dibe. li Şirnexê jî talankirina xwezayê bê navber berdewam dike. Li herêma Şirnexê di çar mehên havînê de daristan hatin şewitandin û dar hatin birîn. Herî dawî jî bajarokê Sêgirikê yê QiIebana Şirnexê bi  500 pezkoviyên ku ji aliyê cerdevanan ve di navbera mehên Mijdar û Kanûnê de hatibûn qetilkirin ketibû rojevê. Niha li herêmê jî li qûntarê çiyayê Cûdiyê ava qirêj a kanên komirê, diherike nava Newala Nerdûşê û avê qirêj dike. Ev av jî ji Newala Nerdûşê diherike nava Çemê Dîcleyê. Ava ku ji kanên komirê dertê dibe sedem ku çemê li vê newalê wek komirê biherike.

'NÊRDÛŞ WEKE AVA KOMIRÊ DIHEREK NAVA DÎCLEYÊ'

Nêrdûş ji aliyê Şirnexê ji qûntara çiyayê Cudî derdikeve û li ber dehan gundan de derbas dibe û li deşta Silopî û Cizîrê re diherike nava Çemê Dîcleyê. Ji ber ku ava li newalê bi komirê diherike xelkê herêmê nerazî û mexdûr bûne. Ji ber ava qirêj welatî nikarin sewalkarî û cotkariyê bikin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz der barê mijarê de axivî û diyar kir ku ji sala 2015’an û vir de êrîş û talankirin li dijî xwezaya Şirnexê pêk tê û got: “Ev nêzî du sale jî newala Nêrdûş weke komirê diherike. Ava kanên komirê yên li qûntara çiyayê Cudî diherek nava newala Nêrdûşê, newala Nêrdûş jî bi vê ava komirê ya qirêj dikeve nava Çemê Dîcleyê. Gundiyên me yên li herêmê jî ji vê yekê nerazî ne û nêzî du sal in jî mexdûr in. Li gel hemû hewldanên me û bertekên xelkê herêmê jî ev pirsgirêk nehat çareserkirin. Berî niha saziyên dewletê soz û bext dabûn ku vê pirsgirêk çareser bikin. Lê weke her demê xwedî soz û bextên xwe dernektin û du sal in ava li newala Nêrdûş weke komirê diherike."

'DU SAL E WELATÎ NIKARIN VÊ AVÊ BIKARBÎNIN'

Kaçmaz destnîşan kir ku Newala Nêrdûş ji aliyê Şirnexê ji qûntara çiyayê Cudî derdikeve û li ber dehan gundan de derbaz dibe û li deşta Silopî û Cizîrê re diherike nava Çemê Dîcleyê. Kaçmaz bilêv kir ku xelkê herêmê jî vê avê weke ava vexwarin, ji bo sewalan û cotkariyê bikartîne û wiha pê de çû: “Ev du sale xelkê me yê herêmê ji vê avê bê parin û bi ti awayî nikarin bi kar bînin. Newala Nêrdûş ji bo xelkê herêmê xwedî cihek taybet û girîng e. Xelkê herêmê vê qadê weke seyrangeh bikartanî û ev newal dibû bêhna gel. Ne tenê xelkê herêmê ji vê avê bêpar bûye, zîndewarên di nava avê de jî yek bi yek dimirin. Masî û zîndewarên din ji ber vê ava qirêj jehrî dibin û qada wan ya jiyanê hatiye talankirin. Heta ku newala Nêrdûş negihêje rewşa xwe ya berê em ê şopdarê vê bin û em ê her tim rûyê wan yê qirêj teşîr bikin.”

'LI SER XWEZAYA KURDISTANÊ POLÎTÎKAYÊN TAYBET TÊN MEŞANDIN'

Kaçmaz anî ziman ku hikûmeta AKP-MHP’ê xwezaya Kurdistanê û Tirkiyeyê ji xwe re veguherandiye rantê û ev tişt li ser axaftinên xwe zêde kir: “Bi taybetî ji sala 2015’an û vir de êrîşên dijwar li ser xwezaya Kurdistanê tê meşandin. Li Şirnexê bi taybet çiyayê Cudî û Gabar bi destê dewletê tên şewitandin. Di havîna buhrî de zêdetirî 50 caran agir bi daristanên çiyayê Cudî ket û ev jî ji aliyê cerdevan û hêzên leşkerî ve pêk hat. Dîsan bi destê cerdavana bi hed hezaran darên daristanên Cudî hatin birîn. Ev polîtîka tenê li dijî Kurdan pêk tê, kesên vê polîtîkayê didin meşandin jî ne tenê ji Kurdan ji xwezaya Kurdisatnê jî acizin. Dixwazin tolê ji xwezayê jî bistînin. Hem daran bibirîn, hem jî daristanan bişewitînin û hem jî ava zelal ya herêmê qirêj bikin. Ev polîtîkayek taybete ku li Kurdistanê tê meşandin. Bi vê yekê dixwazin li herêmê jiyanê li gel teng bikin û derfetên jiyanê nehêlin. Hikûmet dixwaze bi vê polîtîkayê gelê herêmê hewceyî xwe bike. Hêviyek dewletê wiha heye, lê gelê Kurd ji vê polîtîkayê agahdare û tewûzê ji vê yekê re jî nade.”

'KANÊN KOMIRÊ BÛNE MAKÎNEYA QETILKIRINA KARKERAN'

Di berdewama axaftina xwe de Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz bal kişand li ser kanên komirê yên di demên dawî de bûne weke makîneyekî qetilkirina karkaran û wiha got “Li herêmê Şirnexê zêdetirî 100 kanên komirê hene û li van kanan jî ti ewlehiya karkeran nayê girtin. Çiqas ku pirsgirêka Kurd berdewam bike li herêmê jî çiyaya û zozanên Kurdistanê ji aliyê dewletê ve dibin qadên leşkerî. Ev qad ji aliyê dewletê ve têne qedexekirin. Ji ber ku qadên debariya jiyana gel hatiye qedexekirin. Li herêmê ti derfetên kar nemane ji derveyî kanên komirê. Weke tê zanîn herêma Şirnexê berê de debariya xwe bi çandinî û sewalkariyê derbas dikir. Lê mixabin zozan û çiyayên Şirnexê hatine qedexekirin. Ji bo wê yekê jî welatî berê xwe didin kanên komirê. Di van kanên komirê de jî ti ewlehiya karkaran nayê girtin. Weke tê zanîn herêm ji aliyê komirê ve dewlemende û ev dewlemendiya wê jî dibe para alîgirên AKP’ê. Lê mixabin kesên di van kanan de jî jiyana xwe ji dest didin, xelkê me yê xizane. Ji ber bê ewlehiya karkeran hema bibêje salê çendîn caran kan diheze û karker jiyana xwe ji dest dide. Ev kanên komirê jî tevahiya wê alîgirên AKP’ê didin xebitandin. Ti mafê kesê tineye ku bibêje bila kanên komirê were girtin. Lê divê ewlehiya karkeran were girtin. Ji ber ku di aliyê aborî de gelê me neçare di van kanan de bixebite. Ji ber ku dewletê li herêmê ti şand nehêliya ji gel re. Hemû zozan û gundewarên gel hatine qedexekirin.”