'Li dijî tundiyê divê em bibin yek'

Lolita Chavez şerê qirêj ê li Kurdistanê şermezar kir û got, "Mirovahî divê ji bo Kurdistanê daxwaza edaletê bike. .Eger Kurdistan ne azad be, ti gel wê azad nebe."

Aura Lolita Chávez Ixcaquic endama Consejo de Pueblos K'iche (CPK) ye. Ev rêxistinî tevgereke civak û gelan e ku di 2007'an de li dijî baviksalarî, emperyalîzm, mêtingerî, neolîberalîzm, ekstraktîzîmê bi armanca têkoşîna li hemberî bandora Peymana Bazirganiya Serbest a navbera Emerîka Navîn û DYE'yê (FTAA) ava bû. Ji ber ku di têkoşîna parastina çavkaniyên xwezayî de lîdereke navneteweyî ye û li welatê xwe gefa mirinê lê hate xwarin, 5 sal in li welatê Baskê dimîne.

Aura Lolita Chávez Ixcaquic ku ji beşdarên Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'emîn bû ji ANF'ê re axivî.

Aura Lolita Chávez Ixcaquic got, "Em vegotineke hezar salî ne. Salnameyeke me heye; Salnameya Maya. Vehûneke me ya civakî heye ku 5 hezar sal in em xwedî lê derdikevin. Ev yek vehûna civakî ya kozmovizyona Maya K'iche ye. Em hebûneyek hevpar in ku li vê axê ne û bi vê xakê re eleqedar in. Bi qasî ku em bi xwe re mijûl in em di heman demê de bi dayik xakê re jî mijûl dibin; ji ber ku em ax in, em av in, em hewa ne, em agir in. Ev têkiliyeke pîroz e, ji ber vê yekê jî em antî emperyalîst in, antî patriyarkal in, antî ekstraktîvîst in. Em bi jiyana xwe jiyanê û xakê diparêzin."

Aura Lolita Chávez Ixcaquic diyar kir ku dewleta Guatemalayê dewleteke nijadperest e û got, "Êrîş li min hate kirin. Dewletê bi rêya raporên polîs û artêşê gotin ku ez terorîstek im. Ez terorîst nînim, em herêmê diparêzin. Dema ku çûm sirgûnê, ji wan hebû ku wê min bêdeng bikin. Ji ber ku şeş caran bi çekê sûîqest li min kirin û tirseke mezin afirandin. Lê belê ez dîsa jî derketim derve û min dewam kir."

Aura Lolita Chávez Ixcaquic pirsa "Ya ku li derve hêz da min çi bû?" kir û got, "Têkiliya min a bi tevgeran re bû. Ji ber vê yekê ez Tevgera Jinên Kurd dipejirînim. Ji ber ku bi perwerdeya gel a li gel Jineolojiyê didin, wê hêzê didin me ku em bi tenê nînin."

'ME KARÎBÛ PÊVAJOYEKE XWESER BIDIN DESTPÊKIRIN'

Aura Lolita Chávez Ixcaquic destnîşan kir ku ji bo karibin çarenûsa xwe bi rengekî azad tayîn bikin, wan pêvajoyeke xweser dan destpêkirin û got, "Me ev yek li ser bingeha meclîsê meşand. Meclîs bi zarokan, bi jinan, bi extiyaran û hwd. re dixebitin. Ji ber vê yekê zanim ku bi tenê nînim, gelê min hîn şer dike, lê belê li herêmên din jî şer dikin.

Em zanin ku em ê herêmên xwe azad bikin. Soza me ye ku ji van şîrketên navneteweyî rizgar bibin ên ku herêmên me, cihêrengiya biyo dikujin. Em bi tenê nînin, nebat hene, dar hene, çiya hene, cihêrengiya biyo li derdora me heye. Enerjiya jagûaran, maran, avê alîkariyê dide me û em jî alîkariyê didin wan. Em bi tenê nînin."

'DIVÊ ŞÎRKETÊN LI EWROPAYÊ BÊNE RAWESTANDIN'

Aura Lolita Chávez Ixcaquic anî ziman ku ew ji tevgerên femînîst, ekolojîkst, ji tevgerên li dijî guhertina avhewayê û germahiya global re vedibêjin û got, "Piraniya şîrketên ku bandora herî giran li guhertina avhewayê û germahiya global dikin li Ewropayê ne. Ji bo êrîşî me bikin ji Ewropayê diçin herêmên me. Ji ber vê yekê em ji van tevgera dixwazin ku li dijî van şîrketan li Ewropayê çalakiyan bikin û seferber bibin. Li welatê min şîrketên ji Spanya, Fransa, Îtalya, Elmanyayê hene."

'MIROVAHÎ DIVÊ JI BO KURDISTANÊ DAXWAZA EDALETÊ BIKE'

Li ser êrîşên li Kurdistanê û têkoşîna gel û jinên Kurd jî Aura Lolita Chávez Ixcaquic got, "Em ji gelê Kurd û ji Tevgera Jinên Kurd re ji dil dibêjin ku bi tenê nînin. Em li xaka xwe, bikaranîna çekên kîmyewî ya li Kurdistanê şermezar dikin. Ne li Abya Yala ne jî li Kurdistanê pêwîstiya me bi şer nîne. Em hurmetê nîşanî xweparastinê didin. Mirovahî hemû ji vê xweparastinê tiştekî hîn dibe. Tevgera Jinên Kurd ji bo tevgerên femînîst hemûyan hembêzkirina jiyanê ye. Tevgera femînîst dikare ji jinên xwecihî yên li Kurdistanê û Abya Yala xaka xwe diparêzin, hîn bibe.

Em tevlî kampanya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û şerê li Kurdistanê hatiye destpêkirin dibin û daxwaza azadiyê dikin. Ji bo gelê Kurdistanê, ji bo xwişkên xwe yên Kurd em daxwaza azadî û edaletê dikin. Mirovahî neçar e ku li hemberî bûyerên li Kurdistanê diqewimin daxwaza edaletê bike. Eger Kurdistan ne azad be, ti gel wê azad nebe.

'EZ XWEPARASTINA LI KURDISTANÊ DIPEJIRÎNIM'

Ez zanim ku dîtina zilmê tiştekî çawa ye. Nikarim biçim xaka xwe ji ber ku dewlet û artêş dixwaze min bixe girtîgehê û êşkenceyê li min bikin. Ji ber vê yekê baş zanim bê tewanbariya bi sûcdariyê tiştekî çawa ye. Lewma ez xweparastin û têkoşîna li Kurdistanê dipejirînim."