Li dijî têkîliyên Fînlandiya-Tirkiyeyê li Helsînkiyê çalakî hat lidarxistin

Tevgera Riseup4Rojava li dijî bazirganiya çekan a di navbera Fînlandiya û Tirkiyeyê de, li ber avahiya wezareta parastinê avFînland a li Helsînkiyê çalakî lidar xist.

Wezareta parastina Fînland  24’ê Çileya 2023’an biryar girt ku car din çekan bifiroşin Tirkiyeyê. Berî çend salan Fînlandiyayê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê, ji ber êrîşên li ser Rojava rawestandibû.

Bi organîzasyona tevgera bi navê Riseup4Rojava, ji bo protestokirina vê biryarê, Kurd û dostên wan, li ber wezareta parastinê ya li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê hatin ba hev. NCDK’ê jî beşdarî çalakiyê bû. Di çalakiyê de daxuyanî hatin dayîn û têkîliya bazirganiya çekan a di navbera Fînlandiya û Tirkiyeyê de, hat protestokirin. Bang li Fînlandiyayê hat kirin ku daxwazên Erdogan qebûl neke û li dijî aktîvîstên Kurd radestî Tirkiyeyê neke.

Di çalakiyê de alên PKK, YPG û YPJ’ê hatin hildan û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana PKK’ê” û “Na ji bo çekdayîna Tirkiyeyê” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.