Roja Duşemê di saetên nîvroyê de bi rêya e-postayê nameyek bi îmzaya ‘Combat 18’ a komeke Neonazî ji bo Navenda Giştî ya Partiya Çep hate şandin. Piştî ku nameya têde ji aliyê Neoonaziyan ve li navenda partiyê bombe hatiye bicihkirin gişte destê rêveberan, hema di cih de bang li polîsan hete kirin.
Piştî demeke kin polîs ên hatin navenda partiyê ya weke Harl-Bîebknecht-Haûs tê zanîn, dest bi lêgerînê kirin, nêzî 50 xebatkarên li Partiya Çep ji avahiyê hatin derxistin. Ji ber xebera bombeyê alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Çep Martîna Renner daxuyaniya çapmeneiyê ya li bendê bû ku bide betal kir.