Li dijî êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê banga çalakiyan hate kirin

Komuna enternasyonal a Rojava, Jinên ciwan yên enternasyonal û Koordînasyona Kampanyaya RiseUp4Rojava (Ji bo Rojava rabin) li dijî êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê banga çalakiyan kirin.

Komuna enternasyonal a Rojava, Jinên ciwan yên enternasyonal û Koordînasyona Kampanyaya RiseUp4Rojava (Ji bo Rojava rabin) li dijî êrîşên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê bi daxuyaniyekê banga çalakiyan kirin.

Di daxuyaniya ji bo çalakiyan de ev tişt hate diyarkirin:

“Roja Înê di 24’ê Nîsanê de artêşa faşîst ya dewleta Tirk êrîşî ser herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê kir. Piştî ku li herêma Avaşînê, Mamreşo hatiye bombarankirin vê carê leşkerên xwe bi helîkopteran di bejahiyê de bi cih kirin.

Bi bombardûmanê û leşkerên di bejahiyê de erişên xwe berfirehtir kirine heta Metîna piştre jî heya herêma Zapê êrîş didome. Gerîla di van êrîşan de derbên giran li faşîstên Tirk dide.

Ev êrîş li ser tevahî Şoreşê û Rojava ye jî, li ser têkoşîna li hemberi faşîstan e û li ser me hemûyan e.

Ev êrîş û hewildana dagirkirinê ya dewleta faşîst a Tirk berdewamiya êrîşên li ser Garê û yên li ser Heftanînê ye.

Armanca dewleta Tirk ya faşîst diyar e û heta niha nehatiye guhertin: Dixwazin Başûrê Kurdistanê dagir bikin, ji bo ku bikaribin di navbera Bakur û Başûrê Kurdistan de herêma tampon ava bikin û ji bo derbasbûna Rojava û dagirkirina Şengalê hêsantir bikin û dîsa darbeyên giran li gerîla bixin. Ev hemû tişt jî bi erêkirina Neteweyên Yekbûyî, Ewrûpayê û hêzên din pêk tên.

Em bang li hemû kesan dikin ku têkevin nav tevgerê, dakevin kolanan û tevlî çalakiyên li dora xwe bidin. Piştgiriyê bidin têkoşîna hevpar a gerîlayan. Me berî du mehan jî li hemberî êrîşên li ser Garê jî helwesta xwe diyar kiribû. Garê serkeftina me ya hevpar bû û vê carê jî em ê bi ser bikevin.”