Li dijî êrişên dagirkeriyê li Londonê meş hate lidarxistin

Li dijî êrişên dagirker û qirker bi pêşengiya endamên TÊKO-JIN û TCŞ'ê li Londonê meşek hate lidarxistin.

Bi pêşengiya endamên Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li paytexta Îngilistan Londonê Kurdistanî li hev civiyan û ji bo şermezarkirina êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Hesekê meşek lidar xistin.

Girseya Gel ji Oxford Circus Underground Stationê dest bi meşê kir û piştî saetekê gihîşt qada Piccadilly Circusê. Piştre ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz girt.

Bi navê ciwanan daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Dem hatiye ku Rêber Ocalan ji aliyê fîzîkî ve bê azadkirin. Ji bo vê jî em ê her tim li qadan bin. Her wiha li dijî her cûre êrişên qirker û dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê jî em ê li qadan bin."

Ji bo Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî banga tevlîbûnê hate kirin ku wê 6'ê Sibatê di navbera bajarên Sierentz û Strasbourgê yên Fransayê de pêk were.