Li dijî êrîşên çekên kîmyewî banga tevlîbûna meşê hat kirin

CDK-S û YJK-S’ê bang li Kurdistaniyan kir ku di 30’ê Mijdarê de li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî kom bibin.

Saziyên Kurdan ên li Swîsreyê wê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî li dijî gerîla û Herêmên Parastinê yên Medyayê di 30’ê Mijdarê de li bajarê Cenevreyê meşekê li dar bixin. Piştî meşa ku dê 30’ê Mijdarê roja Çarşemê saet di 14:00 de li Parc des Croppettes dest pê bike, têkildarî mîtînga ku wê li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) bê lidarxistin, Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) daxuyaniyek bi sernavê 'Em ji qadan bang li Civaka Navneteweyî dikin ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bikevin nava tevgerê!” parve kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bang li gelê Kurdistanê û dostên wan dikin ku beşdarî meşa ku wê bê lidarxistin bibin” û ev tişt hatin gotin:

“Di sedsala 19'an û şûn de dema pêşketina teknolojîk leza xwe zêde kir, mirovahî her roj bi dirûşma 'pêşketinê' geşedanên nû bi dest xist.

Di nîvê sedsala 20 'an de ev pêşketina teknolojîk û zanistî li gorî berjewendiyên Modernîteya Kapîtalîst hat razemenîkirin û veguheriya pêşketina pîşesaziya çekan. Bi ketina pêşbaziya çekan a li her qadê, bi trîlyon dolarên ku dê ji bo refaha mirovahiyê were veqetandin veguherî veberhênanên çekan. Di dawiya Şerê Cîhanê yê 2’yemîn de, bombeyên atomê hatin çêkirin û li dijî mirovahiyê hate bikaranîn. Dîrok şahidî kiriye ku pêvajoya bi navê 'pêşketin' çawa mirovahî kaş kir dojehê û bi sed hezaran mirov bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin.

Gelê Kurd ku di her kêliya dîrokê de têkoşîna xwe ya azadiyê domandiye, para xwe ji çekên kîmyewî jî girtiye. Gelek caran mêtîngeran çekên kîmyayî li dijî gelê Kurd bi taybetî li Helebçe bikaranîn.

Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê, ku li hemberî berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiyê û Tevgera Kurd her roj bi têkçûnên nû re rû bi rû dimînin, ji bo binketinên xwe veşêrin û di şer de bi ser bikevin, bikaranîna çekên qedexekirî û kîmyewî didomînin.

Êrîşên qirkirinê yên li hemberî Tevgera me ya Azadiyê û gerîlayên ku hêviya mirovahiyê ne, zêde bûne. Cihê heyfê ye ku tevahiya raya giştî ya cîhanê û hemû saziyên pêwendîdar li hemberî van êrîşan heta nuqteya hevkariyê bêdeng dimînin.

BANGA TEVLÎBÛNA ÇALAKIYÊ

Sazî û rêxistinên Modernîteya Kapîtalîst ku 28 'ê Mijdarê û 2'ê Kanûnê weke 'Roja Cîhanê ya Bîranîna Qurbaniyên Çekên Kîmyewî' îlan kirin, hovîtiyên li Kurdistanê tên kirin ji nedîtî ve tên.

Ji bo hovîtiya li Kurdistanê bikeve rojeva civîna asayî yên OPCW’ê ku wê di 30’ê Mijdarê de pêk were û bi wesîleya roja Bîranîna Qurbaniyên Çekên Kîmyewî yên Cîhanê dengê xwe bigihînin hemû cîhanê, em bang li hemû Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn, dostên wan û kesên ku wê li hemberî vê wehşetê rawestin dikin ku tevlî çalakiya me bibin.

Ji bo ku nebin şirîkê vê hovîtiyê û dengê xwe bigihînin hemû cîhanê em bang li her kesî dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Em hêvî dikin ku OPCW û welatên endamên wê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin."