'Li dijî dagirkeriyê helwesteke tund divê'

Konferansa Neteweyî ya li dijî Dagirkeriyê, encamnameya konferansa xwe weşand. Di encamnameyê de hate gotin, "Divê kesayetên Kurdistanî bi tundî li ber dagirkeriyê rabin û bi xurtî hişyariyê bidin hêzên Kurdistanî hemûyan."

Encamnameya Konferansa Neteweyî ya li dijî Dagirkeriyê wiha ye:

"Dijberiya hêz û dewletên kevneperest û dagirker hem li hemberî gelên Kurdistanê, hem jî li hemberî statuyên heyî,  bêrawestan didomin. Bi taybetî dewleta Tirk, bi rengekî hovane êrişê dibe ser gelê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê hemûyan.

'ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ YÊN DEWLETA TIRK Û BERXWEDANA LI DIJÎ ÊRIŞAN'

Destpêka sala 2018'an êriş birin ser Efrînê û piştî berxwedanek 58 rojan Efrîn hate dagirkirin.

9'ê Cotmeha 2019’an îcar êriş birin ser Girê Spî û Serêkaniyê û ev her du bajarên Rojava jî hatin dagirkirin.

9'ê Cotmeha sala bihurî bi peymanekê xwestin Êzîdiyên Şengalê û pêkhateyên din bêîrade bihêlin. Ji wê rojê ve bi dehan car in êrişê dibin ser Şengalê û Şengaliyan qetil dikin. Heman êriş bi awayekî hovane li ser nişteciyên kampa Mexmûrê jî didomin.

Dewleta Tirk 24'ê Nîsana 2021'ê, di roja qirkirina Ermeniyan de dest bi êrişeke leşkerî ya mezin kir û ev êrişên li ser Başûrê Kurdistanê hê jî didomin.

Li dijî van êrişan berxwedana hêz û gelên Kurdistanê bi awayekî canfedayî didomin. Her wiha nerazîbûnên tund ên Kurdistaniyan jî her diçe zêde dibin.

Pirsgirêk gelek in. Mafê jinên Kurdistanê tên binpêkirin. Bi taybetî li Efrînê her roj jin ji aliyê dagirkeran ve tên revandin, destdirêjî li wan tê kirin û tên kuştin. Demografiya Kurdistanê tê guhertin, Kurd û pêkhateyên din ji axa bav û bapîrên xwe tên derxistin. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hê jî ji aliyê gelek dewletan ve wekî terorîst tê pênasekirin. Li ser vê yekê, gelek rayedar, jin û kesayetiyên Kurd jî bi terorîstî tên sûcbarkirin.

BÊDENGIYA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ HATE ŞERMEZARKIRIN

Li hemberî van kiryarên qirêj, heta niha ji tu dewlet û saziyên navneteweyî deng derneketiye. Em vê bêdengiyê şermezar dikin û ji hemû cîhanê daxwaz dikin ku li dijî pênasekirina terorîstî,  piştgiriyê bidin Kurdan. Kurd vê piştgiriyê heq kirine. Ji ber ku ew di dawî lê anîna hêzên hov ên wekî DAIŞ'ê de ne tenê xwe, her wiha cîhanê jî parastine.

'XAKA KURDISTANÊ WARGEHA HER KESÊN KURDISTANÎ YE'

Em beşdarên 'Konferansa Neteweyî ya li dijî Dagirkeriyê' ku li ser banga 'Platforma li dijî dagirkeriyê' roja 4'ê Îlona 2021'ê de li Hollandayê civiyan, berî her tiştî di liv û tevgera li dijî dagirkeriyê de kîjan alî xaka Kurdistanê diparêze em wan silav dikin, cangoriyan carekî din bi rêzdarî bi bîr tînin û rêz li hemû hewldanên li dijî dagirkeriyê digrin.

Ji alî din konferansa me carekî din eşkere dike ku xaka Kurdistanê, wargeha her kesên Kurdistanî ye. Ev rastî meşrûiyet dide her hêzêke neteweyî da ku li hemû beşên Kurdistanê bimînin, xebatên xwe bidomînin. Çênabe ku hinek hêz an jî dewletên kevneperest û dagirker, hebûna hêzeke Kurdistanî ji bo dagirkirina welatê me wekî sedem bi kar bîne.

Bi vê yekê ve girêdayî em dixwazin, encamên konferansê jî bi raya giştî ya Kurdistanê û bi cîhanê re jî parve bikin.

ENCAMÊN KONFERANSÊ

1. Li hemberî dagirkeriyê ji bo serketineke misoger pêk were, pêwîstî bi yekrêziya hêzên Kurdistanê heye. Divê hemû hêzên Kurdistanî bi yekdengî li dijî dagirkeriyê rawestin, bê helwest nemînin û bi çi awayî nebin şîrîkê êrişan.

2. Em bang li hemû partî, sazî û rêxistinên Kurdistanî dikin da ku ji bo xurtkirina yekrêziyê û pêşî lê girtina xetereyan, demildest lijneyeke bilind ya di asta mektebên siyasî de amade bikin û dest bi kar bikin.

3. Berpirsyariyeke mezin jî li ser milê rewşenbîr û kesayetiyên Kurdistanê ye. Ev aliyên Kurdistanî, divê bi helwesteke tund li hemberî dagirkeriyê rawestin û bi awayekî bi bandor, hişyarî bidin hêzên Kurdistanî.

4. Dewleta tirk hêza xwe ji bêdengiya hêz û saziyên navneteweyî digre. Ji ber vê bêdengiyê, çekên kîmyewî jî tê de hemû cûre çekan, bi awayekî bêperwa bi kar tîne. Li hemberî van kiryarên qirêj bêdengî, şîrîkatiya sûcên şer û mirovahiyê ye. Em bang li hemû hêz û saziyên navneteweyî dikin da ku li hemberî sûcên dewleta tirk bêdeng nemînin û piştgiriya gelên Kurdistanê bikin.

5. Ji bo 'Platforma li dijî Dagirkeriyê' bikaribe xebatên xwe bi bandortir bike, pêwîstî bi berfirehkirina platformê heye. Bi vê armancê ve girêdayî di konferansa me de komîteya peywendiyên li gel partî, rêxistinên siyasî, rewşenbîr û kesayetiyên Kurdistanî;  komîteya ragihandinê û hewldana pozîtîfkirina zimanê ragihandina Kurdistanî û komîteya lobî û dîplomasiyê ya ku pêywendiyên li gel partiyên siyasî û parlementoyên dewletên Ewropayê pêk bîne, hatine damezrandin.

Em bang li hemû aliyan dikin, bila bi awayekî xurt piştgiriya 'Platforma li dijî Dagirkeriyê' bikin û pêşî li xebatên komîteyên platformê vekin.

Em wekî beşdarên 'Konferansa Neteweyî ya li dijî Dagirkeriyê' careke din bang li raya giştî ya Kurdistanê û ya cîhanê dikin, bila li gel erkên mirovatiyê tevbigerin û pêşî li êrîşên hovane yên dewleta Tirk bigrin."