Li dijî dagirkeriya Tirk li 3 welat û 5 bajaran çalakî hatin kirin

Li bajarê Koln, Dusseldorf û Freîbûrg ê Elmanya, bajarê Prato yê Îtalya, paytexta Yewnanista Atînayê dagirkarî û qirkirina dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin.

KOLN

Kurdistanî û dostên wan ên di saetên şevê de li pêşiya Dêra Don a bajarê Kolnê li ser banga KCDK-E û TJK-E’yê hatin ba hev êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Komîteya çalakiyê anî ziman ku wê her şevê saet 18:00’an li pêşiya Dêra Dîrokî Donê çalakî bikin.

FRÎEBÛRG

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan ên li Qada Alte Synagoge hatin ba hev qirkirina dewleta Tirk a li ser Rojava bi mîtîngekê hate protestokirin. Di axaftinên hatin kirin, bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên ku sivîl û zarok hatin qetilkirin.

DUSSELDORF

Kurdistanî û dostên wan ên saet 18:00’an li pêşiya gara trenê ya Dusseldorfê hatin ba hev êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin.

PRATO

Li bajarê Prato yê Îtalyayê çalakiyek ji aliyê Îtaliyan ve hate kirin û di çalakiyê de dewleta Tirk hate protestokirin. Di axaftina de peyamên piştevaniya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hate dayîn.

ATİNA

Li ser banga Însyatîfa Gelê Kurdistanê li paytexta Yewnanistan Atînayê bi tevlîbûna dehan Kurdistanî li pêşiya Meclîsa Yewnanistanê dagikeriya Tirk a li Rojava hate protestokirin.