Li dijî dagirkeriya Tirk a li Rojava mîtîngek hate kirin

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê gefên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava bi mîtîngeke girseyî hate protestokirin. Welatparêzên li eyaleta Ren Westfalya ya Bakur (NRW) jî tevlî çalakiyê bûn.

Mîtînga ku li qada Îmmermanhof a li nêzî Stasyona Trenê ya li Navenda Dusseldorfê saet 14:30’î pêk hat, bi deqeyek rêzgirina ji bo giyanê şehîdan destpê kir.  Di mîtîngê de pankarên bi nivîsên ‘Ji Rojava destê xwe bikşînin’ û ‘Dawî li qirkirina li ser Kurdan bînin’ hate vekirin dirûşmên ‘Li dijî faşîzmê mil bi mil’ û ‘Bijî piştevaniya navneteweyî’ hate qîrkirin.

Di çalakiyê de ku alên YPG û YPJ’ê dîsa flamayên TJK-E hatin hildan berdevka FED-MED a NRW’ê Ahmet Elmas axivî. Elman ê êrîşên li ser Rojava şermezar kir, bang li hemû hêzên demokart ên şoreşger ki ku li dijî dagirkeriyê têkoşînê xurt bikin û got: “Ya dikeve ser milê me em têkoşînê mezin  bikin, hê zêdetir xwedî li destkeftiyên xwe derbikevin.”

Çalakiya bi qasî saetekê dom kir bi dirûşman bi dawî bû.