Li dijî dagirkerî û xiyanetê li Marsîlyayê meşek hat lidarxistin

Kurdistaniyên ku bi pêşengiya TCŞ’ê li Marsîlyayê hatin ba hev, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî teşhîr kirin.

Kurdistaniyan li Fransayê ji qada Canebîere ya bajarê Marsîlyayê ber bi qada Vîûex Portê ve meşek li dar xist. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankart, meşale û dowîz hatin hildan. Gel bi dirûşmeyên Kurdî û Fransî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê şermezar kirin.

Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) hat lidarxistin. Ciwanan astengiyên bi keyfî yên hikûmeta Fransayê jî şermezar kirin. Girseya ku heta ber avahiya Walîtiyê meşiya, ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi xwendina sirûda Çerxa Şoreşê deqeyek rêz girt.

Piştî rêzgirtinê, li ser navê ciwanan daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em wek ciwan, jin û Kurdistaniyan xwedî li berxwedana gerîla derdikevin. Ji vir û pê ve em kampanyaya xwedî derketina li berxweda gerîla, didin destpê kirin. Em bang li hemû gelan dikin ku li dijî dagirkeriyê xwedî li berxwedana gerîla derbikevin, çav û guhên xwe ji vê dagirkeriyê re negirin.”

Di daxuyaniyê de Pêngava 1’ê Hezîranê jî hat silavkirin û hat diyar kirin ku dewleta Tirk û hevkarên wê, li Zap û Avaşînê mehkûmê binketinê ne.

Çalakiya girseya ku bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedan gerîla” berz kir.

Çalakî nêzî saetekê dewam kir.