Li Derya Spî hêviya nû ya penaberan: Sea-Eye 4

Keştiya çaremîn a Sea-Eye ku ji bo rizgarkirina penaberên li deryayê asê mane wê kar bike, li bajarê Rostock ê Elmanyayê bi merasîmekê bi rê ket.

Saziya alîkariyê ya bi navê Sea-Eye ku navenda xwe li bajarê Regensbûrg ê Elmanyayê ye, ji sala 2018'an ve keştiyên xwe yên rizgarkirinê li Derya Spî digerîne. Ji hingî ve bi sedan penbaer rizgar kiriye. Sea-Eye ji Cotmeha derbasbûyî ve keştiyeke nû ya rizgarikrinê çêdikir. Keştiya ku Dêra Protestan a Elman (EKD) fînanse dike, ji aliyê dilxwazên keştiyê ve hate amadekirin.

Keştiya ku navê "Sea-Eye 4" lê hatiye kirin, di nava keştiyên rizgarkirinê de ya herî mezin e. Doh li bajarê Rostockê bi merasîmekê bi rê ket. Gelek siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan tevlî merasîmê bûn. Merasîm ji aliyê penaberê ji Sîerra Leone Alpha Jor Barry Gemiy ê 18 salî ve hate kirin ku sala 2018'an ji aliyê Sea-Eye ve li Derya Spî hatibû rizgarkirin.

Gemiy diyar kir ku botên wan dema ku li ber noqbûnê bû ew hatin rizgarkirin û ji bo wan serbilindî ye ku keştiyeke nû ji bo xizmetê vedikin. Gemiy ji aliyê keştiya 'Alan Kurdî' ya heman saziya alîkariyê ve hatibû rizgarkirin.