Li Den Haagê çalakî: Li pêş çavê cîhanê Kurd têne qirkirin

Li Den Haakê ji bo girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê de bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane, çalakî hate lidarxistin.

Li ber avahiya Meclîsa Holanda ji bo girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê de bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane, çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate xwestin ku li dijî wehşeta li girtîgehên Tirkiyeyê demildest bikevin dewrê.

Di çalakiyê de cejna civaka Xirîstiyanan Noel hate pîrozkirin û belavok hatin belavkirin. Di çalakiyê de hate gotin ku ji ber zilma li dijî Kurdan berdewam dike jî ew di cejnan de jî çalakiyan li dar dixin. Di çalakiyê de hate diyar kirin ku li ser erdnîgariya Kurdisanê ji ber zilm û zordariya dewleta Tirkiyeyê cejîn nayên pîroz kirin.

Di çalakiyê de hate gotin ku li ber çavê welatên Ewropa, NY û Rûsyayê, Kurd di qirkirinê re têne derbazkirin.

Di çalakiyê de bal kişandin li ser rola NATO’yê a di qirkirina Kurdan de û wiha hate gotin: “Di sala 2020’an û vir de heta niha 104 kes di girtîgehên Tirkiyeyê de hatin qetilkirin. Ji ber ku Tirkiye endamê NATO’yê ye çavê xwe ji vê yekê re digre. Di girtîgehên Tirkiyeyê de bi hezaran Abdulrezak û Garîbe hene. Tirkiye dixwaze tevan qetil bike. Ev mirov ji bo cihanek baştir xebitin û piştevaniyê heq dikin. Bila Ewropa dawî li fînansmana Tirkiyê û ticareta çekan bîne.“