Li Darmstadtê tecrîd hate şermezarkirin

Li Darmstadtê di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Roza de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan û girtiyên siyasî bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Li bajarê Darmstadt yê Elmanya di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Roza de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan û girtiyên siyasî bi çalakiyekê hate şermezarkirin. Jinan di çalakiyê de anî ziman ku eger îro em xwedî li Rêber Apo û tevahiya girtiyên siyasî dernekevin, wê her roj weke heval Garîbe û Halîl cenaze ji girtîgehê derkevin.

Di çalakiyê de têkildarî tecrîd û îşkenceya li girtigehên Tirkiyeyê de belavok hatin belavkirin. Berdevaka Meclîsa Jinan a Roza Murşîde Oltan axivî û anî ziman ku dewleta Tirk bi îşkence, destdirêjî û tecrîdê li ser girtiyan fez dike.

Çalakî bi dirûşmeyên “Dîkdator Erdogan”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” dawî bû.