Li Darmstadt û Mannheîmê tecrîd hate protestokirin

Kurdistaniyên ku li bajarê Darmstadt a Elmanyayê daketin qadan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. Bi heman armancê Kurdistaniyên li bajarê Mannheîmê jî bi rûxmê astengiya polîsan jî çalakî kirin.

Çalakiyên ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî didomin.

Kurdistaniyên ku li bajarê Darmstadt a Elmanyayê daketîn qadan tecrîd protesto kirin. Li Mannheîmê jî bi rûxmê astengiya polîsan jî Kurdistaniyan çalakî kir.

DARMSTADT

Kurdistanî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her hefte bi mitîngê tên gel hev.

Kurdistaniyên li Lûîsenplatz a li Darmstadtê hatin gel hev, bi belavokên Elmanî zextên li ser HDP’ê şermezar kirin û diyar kirin wê hertim û li her derê xwedî li HDP’ê derbikevin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana HDP” bi dawî bû.

MANNHEIM

Kurdistaniyên li bajarê Mannheîm a Elmanyayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya fîzîkî ya wî çalakiyek kirin. Lê belê polîsên Elman jî bi hinceta ewlekariya gel nîne û xwestin hildana alayan asteng bikin.

Gelê ku bertek nîşanî vê dayî, piştî axaftina hatî kirin çalakiya xwe bi dawî kirin.

Di çalakiyê de hate gotin, “Hemû çekên li ser Kurdan hatîn bikarîn ji Efrînê heta hemû Rojava, Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Silopî, Hezex ji Elmanya û Ewropa ne. Kî çi dibêje bila bibêje çi bike bila bike heta ku em tecrîdê dişkênin, Rêber Apo azad dikin em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bimre faşîzm” bi dawî bû.