Li Darmstadt’ê şehîd hatin bîranîn

Li bajarê Darmstadt a Elmanyayê gerîlayê HPG'ê Zekî Şaman bi navê kod Alî Çîçek ku 29’ê Tîrmehê tevî hevrêyên xwe şehîd bûbû hatin bîranîn.

Li Darmstadt a Elmanya gerîlayên HPG û YJA-Starê Zekî Şaman bi navê kod Alî Çîçek, Baran Şahînoglû bi navê kod Toprak Gever, Habîp Pala bi navê kod Serhat Colemêrg, Şerîf Akdogan bi navê kod Serdar Cûdî,  Kajn Gunerî bi navê kod Bozan Xerzan û Orhan Kanar bi navê kod Şoreş Xinis yên 29’ê Tîrmeha 2017’an şehîd bûbûn bi merasîmekê hatin bîranîn.

Merasîma ku ji aliyê malbata Şehîd Alî Çîçek ve hatibû organîzekirin bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan ve hat destpêkirin.

Xizmê Şehîd Çîçek Kanîvar Şaman axaftinek kir û got; “Alî Çîçek tenê ne şehîdê me ye, şehîdê hemû yên xwedî li wî derdikevin e.”

Di axaftina li ser navê KOMAW’ê hatî kirin de şehîdên rêya azadiyê hatin bîranîn.

Her wiha hat gotin ku tenê ji bo bîranîna şehîdan hatina gel hev têr nake û divê xwdî li berxwedana gerîla bê derketin.

Mamê Şehîd Alî Çîçek Mehmet Şîrîn Şaman jî ku bi rêya telefonê tevlî merasîmê bû axivî û anî ziman; “Weke malbat serê me bilind e, em bi şehîdên xwe serbilind dibin. Şehîdbûna van ciwanan ji bo jiyana me ya azad û xweşik e.”

Di axaftina li ser navê Tevgera Jina Kurd a  Ewropa (TJK-E) hatî kirin de jî di şexsê şehîd Alî Çîçek de hemû şehîd hatin bîranîn. Di axaftinê de her wiha hate gotin ku wê ruhê Alî Çîçek’an di têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bijî.”

Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî berxwedana zindanan” bidawî bû.