Li Colemêrgê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hate xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakîya wan a Şemzînana Colemêrgê de 4 leşker, li qada Valtoyê jî serbazek, efserek û 2 çawişên pispor kuştine û gelek leşker birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayên HPG’ê daxuyanî da.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me di 19’ê Tîrmehê de li dijî artêşa Tirk a dagirker hin çalakî li dar xistine. Di vê çarçoveyê de

Hêzên me li dijî kamyoneke leşkerî ya ji Tepê Xwedê ya herêma Avaşînê diçû Alaya Rûbarokê ya Şemzînana Colêmergê saet di 07.00’an de çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de kamyon îmha bûye, 4 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistiye jî bi selametî vegeriyane baregehên xwe.

Saet di 11.00’an de hêzên me di navbera girên Xapûşkê ya Şemzînanê û Girê Helîkopterê li dijî wesayîteke artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de wesayît îmha bûye û hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistiye jî bi selametî vegeriyane baregehên xwe.

ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Di 14’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker bi gelek wesayîtên zirxî li qada Valtoyê ya Colemêrgê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên me yekîneyeke operasyonê şopandine û di heman rojê de saet di 14.30’an de li vê yekîneyê dane. Di vê çalakiyê de serbazek, efserek û 2 çawişên pispor hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Rêhevalên em Besê û Welat jî heta fîşeka xwe ya dawîn li hemberî dijmin şer kirine û şehîd bûne. Piştî şer û çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran qada çalakiyê bomberdûman kiriye. Di vê operasyonê de yekîneyên veşartî kemîn danîne.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Besê Raperîn

Nav û paşnav: Mizgîn Aksû

Cihê jidayîkbûnê: Sêrt

Navê dê û bav: Benda - Abdurahman

Dîrok û cihê şehadetê: 14’ê Tîrmehê 2019/Colemêrg

 

 

Nasnav: Welat Dilbirîn

Nav û paşnav: Alî Ogmen

Cihê jidayîkbûnê: Şirnex

Navê dê û bav: Hatîce - Nezîr

Dîrok û cihê şehadetê: 14’ê Tîrmehê 2019/Colemêrg

 

 

Rêhevalên me Besê û Welat li hemberî şerê li ser gelê Kurd di demên cihê de tevlî Tevgera Azadiyê ya Kurd bûne û ji roja ku tevlê bûne bûen sembolên ked, fedakarî û dirustiyê. Her du hevalên me li hemberî dijmin têkoşîneke xurt kirine û kedeke mezin dan. Em rêhevalên xwe Besê û Welat bi hurmer bi bîr tînin û malbatên wan Aksû û Ogmen di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku, em ê Kurdistana Azad ava bikin.

HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ HATE BOMBERDÛMANKIRIN

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di 19’ê Tîrmehê de qada Yekmalê ya Metîna ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê saet di 00.30’an de, qada Deşta Nehlê ya Garê saet di 11.30’an de, qada Şehîd Bêrîtan a Xakurkê saet di 17.00’an de, qada Şehîd Harûn a Qendîlê jî saet di 21.00’an de bomberdûman kiriye. Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye û xisara maddî gihiştiye bax û baxçeyên gel."