Li Brukselê piştgirî dan HDP’ê

Parlementerên Partiya Ewropayê bi çalakiyekê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin HDP’ê û bal kişandin ser vî tiştî ku rejîma Erdogan demokrasî, hiqûq û azadiyê bin pê dike.

Bi banga Koordînasyona Koma Dostaniya bi Kurdan re ya Parlementoya Ewropayê derbarê doza Kobanê û ji bo piştgiriya HDP’ê li pêşiya Parlementoya Ewropayê ya Brukselê çalakiyek kirin.

Sosyalîst&Demokrat, Endamên Koma Tifaqa Pêşverû, parlementera Evûstûryayê Andreas Schieder, parlementerê Hollandayê Thijs Reuten, parlementerê ji Fransayê Leila Chaibi, parlementerê ji Yewnanistanê Dimitrios Papadimoulis, parlementerê ji Baskê Pernando Barrena, parlementera Elmanyayê Ozlem Alev Demirel, parlementerê Îspanyol Miguel Urbán Crespo, parlementerên serbixwe yên Katalanyayê Carles Puigdemont I Casamajó, Antoni Comín - Oliveres  û Clara Ponsatí Obiols û Hevserokê Partiya Keskan a Ewropayê Evelyne Huytebroeck, Nûnerê HDP’ê yê EWropayê Devriş Çimen jî di nav de gelek şêwirmendên komê û xebatkarên parlementoyê tevlî çalakiyê bûn. 

Parlementerên Parlementoya Ewropayê bi peyameke hevpar diyar kirin ku ew piştgiriyê didin HDP’ê û ji welatên YE xwestin ku bila zextan li rejîma Erdogan bikin.

Alîkarê Serokê Parlementoya Ewropayê Dimitrios Papadimoulis diyar kir ku li Tirkiyeyê edalet tune û got “Darizandina ku îro tê kirin tu eleqeya wê bi hiqûqê re tune.Ji dozên ku Selahattîn Demîrtaş lê tê darizandin û vekişandina ji Peymana Stenbolê em dibînin ku li Tirkiyeyê girîngiya hiqûqê tune. Yekîtiya Ewropayê jî baş dizane li Tirkiyeyê tiştên li ser Kurdan û bindestan tê kirin ne hiqûqî ye, lê ji ber fikarên ekonomîk ên hin komên berjewendiya wan bi Tirkiyeê re hene, li hemberî Tirkiyeyê helwesteke zelal nîşan nadin.”

Parlementerê Partiya Sosyal Demokrat a Evûstûryaye û Endamê Koordîasyona Koma Dostaniya Bi Kurdan a Parlementoya Ewropayê Andreas Schîeder jî diyar kir ku divê bi awayekî xurt doza Kobanê were protestokirin. Schîeder got “Ev dadgeh li dijî mafên mirovan, azadiya siyasî û hiqûqa Ewropayê ye. Em dizanin vê polîtîkaya li hemberî HDP’ê ne adilane ye. Em piştgiriyeke xurt didin HDP’ê û em alîgirê wan in. Vê tişta ku tê kirin tu eleqeya wê bi hiqûqa Ewropayê tune. Em bi zimanekî gelekî tund serokkomarê Tirk Erdogan hişyar dikin. Jixwe heyeteke ji parlementerên Parlementoya Ewropayê ji bo şopandina doza Kobanê çûn Tirkiyeyê.”

Parlementerê ji Hollandayê yê Parlementoya Ewropayê Reûten Thîjs jî got “Em diyar dikin ku em piştgiriyeke xurt didin endamên HDP’ê yên ku li Tirkiyeyê bi awayekî bêhiqûq tên darizandin.  Parlementer, hevşaredarên ku a niha tên darizandin divê demildest werin berdan”

Parlementera ji Fransayê Leîla Chaîbî jî diyar kir ku ew ji bo piştgiriya HDP’ê li vir û got “Ez dixwazim diyar bikim ku ez bi dil û can bi wan re me.Divê em peyamê bidin Erdogan ku ew li dijî mûxalif û Kurdan li gorî xwe hiqûqê bi kar neyne. Divê em ji bîr nekin ku li dijî terorîzmê Kurdan bi têkoşîna xwe alîkarî dan me. Divê em piştgiriyeke xurt bidin Kurdan.”