Li Brukselê li dijî dagirkeriyê çalakî hat lidarxistin

Mala Gel û SKB’ê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê li paytexta Belçîkayê Brukselê, bi çalakiyekê protesto kirin.

Li paytexta Bruksel a Belçîkayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê hatin protestokirin. Girseya bi banga Mala Gel û Yekitiya Jinên Sosyalîst (SKB) hat ba hev, dirûşmeyên “Bes e Kurd tên qetilkirin’’ , “Bes ji xwe ker kirinê re, Kurdistanê biparêzin” berz kirin. Civaka Kurd a Belçîkayê, rêxistina Alîkariya Sor û alîgirên Partîzan jî tev li çalakiyê bûn.

Di daxuyaniya hat xwendin de hat destnîşan kirin ku dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li ser Kurdistanê di serî de yekitiyên Ewropayê û NATO’yê ji qadên navneteweyî piştgiriyê digire.

Di çalakiyê de pankartên “Bes ji dagirkeriya navneteweyî ya li ser Kurdistanê re” û “Dewleta Tirk dixwaze Kurdan qetil bike” nivîsandî hatin hilgirtin.

Çalakî bi banga tevlê bûna çalakiya 11’ê Hezîranê bi dawî bû.